Li Zanîngeha Alzahrayê 150 xwendekar hatin dûrxistin
Li Îran û Rojhilat serhildana “Jin, jiyan, azadî” didome, xwendekarên zanîngehê yên ji bo daxwazên xwe dadikevin qadan, rastî polîtîkayên sekinandin û zextê tên.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna Emînî, bi diruşmeya “Jin, Jiyan Azadî” dest pê kiribûn, li seranserê welat berdewam dikin û xwendekarên zanîngehê yên ku pêşengiya serhildanan kiribûn jî di bin dorpêça rejîmê de ne. Hat hînbûn ku qeyda 150 xwendekarên Zanîngeha Alzahrayê hatiye rawestandin. Hat ragihandin ku sedema biryara rawestandinê jî beşdarbûna xwendekaran a çalakiyan bûye.
Hat ragihandin ku ji xwendekarên ku qeydên wan hatine sekinandin û di yurdgehan de dimînin jî tê xwestin ku di nav 72 saetan de ji yurdgehan derkevin.