Rêxistina Sara li ser 25’ê Mijdarê civîna diyalogê li dar xist

Bi dirûşma “Xwebûn hêza jinan e” Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, li bajarê Qamişloyê diyalogek bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xist.

Qamişlo – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê ya Platforma Çalakiyan de, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bi dirûşma “Xwebûn hêza jinan e” ji bo jinên sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Gulistana Xwendinê ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna diyalogê li dar xist. Diyalog a di çarçoveya pênaseya tundiyê, şêwaz, cureyên tundiyê û têkoşîna li hemberî tundiyê hat lidarxistin, ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Reşa Derwêş ve hat birêvebirin.

‘Peyva jinan ji jiyanê tê’

Endama Kongra Star a bajarê Qamişlo, Hediye Evdo axivî û got: “Tundiya li ser jinan ji dîrokê ve, heta roja me ya îro bi cureyên cuda berdewam dike. Di dema neolotîkê de jin pêşengên civakê bûn, heta pêşengên mêran bûn jî. Jin di jiyan û civakê de her dem afrîner bûne, veguherandine zanistê lê zilamên qurnaz û hîlekar her dem zanista jina ji wan dizî ye. Mirov dema peyva zilam jî şîrove dike, difikre ku zilam ji zilmê tê. Berovajî peyva zilam, peyva jin jî ji jiyanê tê. Dilê jinan her dem bi rehm e û jiyana wekhev û bi aram dixwaze. Tundî bi xwe jî li dû hev tê û dewlet desthilatdariya xwe bi riya mêr bi rê ve dibin, mêr jî bi desthilatdariya ku xwe li ser jinan şîdetê rewa dikin. Tundiya ku jin rastî wê tên, bandora xwe li ser zarokan dike û bi wî awayî tundî di nava civakê de belav dibe. Şoreşa Rojava li hemberî çerxa tundiyê, şoreşek ji bo jinan afirand. Jinan bi wê şoreşê zincîra di destên xwe de şikandin bûn pêşengên civaka xwe. Jin êdî li her aliyê peyaman didin û dibêjin ku heta bi temamî azadiya xwe bi dest bixin, ew ê her dem têbikoşin.”

‘Tundiya li dijî jinan di aliyê derûnî bedenî û ruhî de pêk tê’

Ji rêveberiya qada civakî ya Kantona Qamişloyê, Mizgîn Hemo jî bal kişand ser cureyên tundiyê û bandorên li ser jinan çêdikin û wiha got: “Tundî cureyên wê pir in lê dema em tînin ziman sê cureyên bi bandor derdikevin pêşberî me ku ji wan mînak; a li ser beden, derûnî û ruhî ye. Her wiha tundiya aborî, devkî û civakî jî heye. Îro tundiya herî mezin li ser civakan tê ferzkirin tundiya aborî ye ku desthilatdar dixwazin bi riya aborî civakê teslîm bigrin. Her wiha pêşiya jinan jî di aliyê xebatê de tê girtin nahêlin ku jin afrînerî û xebatên xwe bi pêş bixin. Her dem derfet ji destên jinan tên girtin. Jin ji ber ku her dem rastî tundiyê hatine, zarok jî dibin şahid û wisa tundî li ser tevahî civakê belav dibe, ev yek jî dibe sedema civakek nexweş. Li dijî van cureyan divê her kesê ku dixwaze azad û bi aram bijî têbikoşe.”