Li Zambiyayê şewba kolera: 374 kes mirin

Li Zambiyayê ji ber şewba kolera di 24 demjimêrên dawiyê de 12 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan bû 374.

Navenda Nûçeyan – Li Zambiyayê ji ber şewba kolerayê kejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Wezîrê Tendirustiyê Sylvia Masebo bi daxuyaniyekê anî ziman ku ji Cotmeha 2023’an û vir ve ji 116 hereman 45 jê ji şewba kolerayê bandor bûye.

‘431 bûyerê kolerayê hat tespîtkirin’

Sylvia Masebo anî ziman ku li welat di 24 demjimêrên dawiyê de 12 kes jiyana xwe ji dest dane û 431 bûyerên kolerayê hatine tespîtkirin. Sylvia Masebo destnîşan kir ku ji Cotmeha 2023’an heya niha 374 kes ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Di 24 demjimêrên dawiyê de me 363 nexweşan ji navendên cûda yên dermankirinê derxist. Ev hejmar ji roja yekşemê ku 388 nexweş hatin derxistin û roja şemiyê ku 400 nexweş hatin derxistin hê kêmtir e.”

Sylvia Masebo anî ziman ku ji 1,7 milyon derziyê oral a kolerayê ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) erê kiriye 1,4 milyon doz wergirtine û destnîşan kir ku ji bo bi awayekê têrker bersivê bidin rewşên awarte yên li heremên cûda yê welat bandor kiriye bi awayekê pergalî derziyên oarl a kolareyê bikar tînin.