Li Zalanciyeyê du jin hatin kuştin
Li herêma Darfûra Navîn a Sûdanê, di gel berdewamiya pevçûnên çekdarî, tundiya navmalî û bûyerên kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Çalakvan û niştecih daxwaza parastineke xurttir ji bo jinan dikin.
Sûdan – Li Sûdanê tevî pevçûnên berdewam, bûyerên tundiya li dijî jinan jî her ku diçin zêde dibin. Li bajarê Zalanciyeyê yê Eyaleta Darfûra Navîn, kuştina du jinan ji aliyê endamên malbatê ve bûye sedema nîgeraniyên mezin. Ev bûyer nîşan didin ku tundiya navmalî li bajêr gihiştiye asteke xeternak. Ji ber van bûyeran, ji bo pêkanîna prosedurên qanûnî yên bihêztir û parastina jinan bangawazî tên kirin.
Jina ducanî hat kuştin
Li gorî agahiyên ku ji polîsên Zalanciyeyê re hatine ragihandin, jina ciwan a ku hatiye kuştin 21 salî ye û di mehên pêşîn ên ducaniyê de bû. Polîsan diyar kir ku bûyer piştî wê yekê qewimiye ku jina ciwan xwestiye piştî merasîma zewacê bibe mala hevjînê xwe, lê malbata wê israr kiriye ku ew berî merasîmê derkeve.
Piştî ku prosedurên qanûnî qediyan, cenazeyê keçikê hate veşartin, lê polîs ragihand ku gumanbar hê jî serbest e.
Jineke 29 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Di bûyera herî dawî ya li Zalanciyeyê de, jineke 29 salî piştî ku rastî heqaretên curbecur hat, ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. Li gorî gotina niştecihên bajêr, zilam demekî kurt berî kuştinê vegeriyabû malê, lêbelê sedema rastîn a kuştinê hîn jî ne diyar e.
Ev doz û bûyerên bi vî rengî, careke din wekî beşek ji dosyaya tundiya navmalî ya li parêzgehê tên nirxandin. Niştecih û parêzvanên mafan tekez dikin ku ji bo pêşîgirtina li van sûcan divê tedbîrên qanûnî yên tundtir bên girtin.