Jinên Êzidî bang kirin: Hemû Êzidiyên dîl azad bikin
Şêwira ku ji bo dîlgirtiyên jin ên Êzidî di 5’ê Îlonê de li Şengalê hate lidarxistin, di nava jinên Êzidî de rastî eleqayek mezin hat. Jinên beşdarî şêwirê bûn gotin ‘ji bo rizgarkirina hemû dîlgirtiyan pêwîsteya hevgirtina jinên Êzidî heye.’
Şengal – Girêdayî pêngava TAJÊ ya bi dirûşma “ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê” ku di 17’ê Tîrmehê hatibû destpêkirin, li Şengalê şêwirek hate li dar xistin. Şêwir bi beşdariya dîlgirtiyên jin ên hatine rizgarkirin, endam û rêveberên TAJÊ û endamên saziyên jin ên Şengalê, bi nirxandin û nîqaşên girîng berdewam kir. Ji derveyî Şengalê jî peyam ji şêwirê re hatin şandin.
Ji beşdarên şêwirê, endama fermandariya YJŞ’ê Jiyanda Şingalî, Cîgira Partiya Ciwan a Êzidî Xalîde Birahîm, endama Saziya Malbatên Şehîdan Neam Bedel di derheqê wate û girîngiya şêwira hatiye lidarxistin ji ajansa me re axivîn:
‘Ev şêwir ji dijmin re bersiva herî xurt e’
Di destpêka axaftina xwe de Jiyanda Şingalî şehîdên fermana 74’an bi bîr anî û wiha got: “Di şexsê Cîlanan û Dayê Gulê de hemû şehîdên 74 fermanan bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em weke YJŞ’ê piştî 74 fermanan kombûnek wiha ku jin dikarin bi hev bişêwirin gelek girîng dibînin. Di fermana 2014’an de dijmin bi taybetî xwest jina Êzidî tune bike. Ji ber dizanîbûn heta jinên Êzidî hebin, nikarin civaka Êzidî tune bikin. Yên ku civakê li ser lingan dihêle jinên Êzidî ne. Ev şêwira hatiye lidarxistin bersivek herî xurt ji dijminên ku dixwestin jina Êzidî tune bikine re ye. Her jinek piştî vê fermanê rabe ser lingan û bêje ez xwedî îrade me, ev ji bo me hêzek mezin e ku em bikaribin xwe bighînin hemû jinên dîlgirtî. Bi vî awayî em dikarin hemû jin û zarokên Êzidî bi hev re rizgar bikin.”
‘Ji bo xistina civaka Êzidî lîstikên qirêj tên meşandin’
Di axaftina xwe de Jiyanda Şingalî balkişand ser şerê taybet ku li hemberî dîlgirtiyên jin tên meşandin û wiha got: “Em weke yekîneyên jinên Şengalê li vir amade bûne, dîsa dayîk û dîlgirtî li vir amade bûne, ev tiştekî pir girîng e. Em bi hêvî û bawer in, civaka me her tim wisa be. Ji ber lîstikên gelekî qirêj li ser civaka me tên meşandin, bi taybetî li ser jinên me yên ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin tên meşandin. Gelek lîstik û hewldan hene ku dubare ev jin dîsa vegerin gel DAÎŞ’ê. Ev ji bo xistina civaka Êzidî gelek tiştên xeter in. Ji bo ev lîstik vala bê derxistin pêwîst e her jinek, her êzidiyek ji bo civaka xwe dengê xwe derxe û bêje; jina Êzidî ne bê îrade ye. Di fermana 2014’an de yên ku li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe dan, şer kirin, jinên Êzidî bûn. Dîsa yên ku herî zêde dilê wan hate êşandin, jinên Êzidî bûn. Yên ku niha dixwazin van êşan ji holê rakin jî dîsa jinên Êzidî ne. ji ber vê em ji civaka xwe bi taybet ji jinên Êzidî dixwazin li hemberî şerê taybet hişyar bin. Pêwîst e hemû jinên Êzidî bibin dengê dîlgirtiyên fermanê ku em bikaribin bi hev re wan dîlgirtiyan rizgar bikin û birînên bi salan e nehatine dermankirin, bi hev re derman bikin.”
‘Dewleta Iraqê berpirsiyariyên xwe bi cîh nayne’
Di destpêka axaftina xwe de cîgira Partiya Ciwan a Êzidî Xalîde Birahîm di mijara dîlgirtiyan de balkişand li ser xemsariya dewleta Iraqê û wiha got: “Ji bo em dengê jinên dîlgirtî yên Êzidî bigîhînin hemû cihanê îro li vir kom bûne. Di roja me ya îro de gelek jinên Êzidî yên dîlgirtî hatine rizgarkirin, lê mixabin hê jî li me ferman e. Ji ber hê jî negihîştine mafên xwe û ji mafên xwe bêpar in. Ji bo jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin, dewleta Iraqê tenê dibêje em dikarin we bişînin derveyî Iraqê. Divê pêşiya wî tiştî bê girtin. Pêwîstiya van mirovan bi destpêkek nû ya jiyanê heye lê dewlet di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cîh nayne. Ji bo vê dewletên cuda nîşan didin. Em Êzidiyên Şengalê jî hemwelatiyên Iraqê ne, bes ji aliyê dewleta Iraqê de tu mafê me nîne.”
‘Di her fermanekê de hêz û îradeya jina Êzidî bêtir qewîm dibe’
Di berdewama axaftina xwe de Xalîde Brahîm anî ziman ku di hemû fermanan de jinên Êzidî hedef tên girtin û wiha got: “ji ber hemû rê û resmên baweriya me bi jinê ve girêdayî ne. Bi vî awayî dixwazin Êzidatiyê nehêlin û tune bikin. Bes wê tu carî ev armanc pêk neyê. Di her fermanekê de hêz û îradeya jina Êzidî bêtir qewî dibe.”
‘Bila her kes bibe dengê dîlgirtiyên jinên Êzidî’
Di dawiya axaftina xwe de Xalîde Brahîm bahsa hedefa şêwirê kir û wiha got: “Yek ji hedefa şewra me ya îro ew e ku em çawa bikaribin pêşiya fermanên nû bigrin û dengê dîlgirtiyên jin, dayîk û xwişkên xwe yên Êzidî bighînin cihanê. Mafê me heye ku em daxwaza mafê xwe ji dewletê bikin. Em dixwazin jinên Êzidî bi nasnameya xwe ya azad bikaribin di welatê xwe de bijîn. Herî dawî em dixwazin her kes bibe dengê dîlgirtiyên jin ên Êzidî. Hê jî gelek jinên Êzidî dîlgirtî ne û li benda alîkariya me ne.”
‘Dewletên jenosîda Êzidiyan nas kirine, bila pêwîstiyên vê naskirinê bi cîh bînin’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de vê şêwirê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em vê şêwirê destpêkê li hemû jinan, şehîdan û bi taybetî jinên dîlgirtî û jinên niha li vir amade ne pîroz dikin. Ev şêwir girêdayî hamleya TAJÊ hate çêkirin da ku em bibin dengê dîlgirtiyan. Ji bo jinên hê jî dîlgirtî ne xebat bê meşandin; ên hatine rizgarkirin jî mafê wan bê dayîn. Hemû pêwîstiyên wan bên pêşwazîkirin; him ji aliyê derûnî him jî ji aliyê madî ve. Hê jî gelek dîlgirtiyên hatine rizgarkirin neghîştine malbatên xwe, her yek ji wan li derekê ne. Hikûmeta Iraqê heta niha mijara dîlgirtiyan îhmal kiriye. Rast e niha qaşo 19 dewletan fermana dawî ya Êzidiyan weke jenosîd naskirine bes tenê naskirinek li ser kaxezê ye. Heta niha van dewletan ji bo vê civakê tiştek nekirine. Bangawaziya me ew e ku; bi taybetî dewletên jenosîda Êzidiyan nas kirine, bila pêwîstiyên vê naskirinê bi cîh bînin. Hê jî gorên me yên komî venekirine, hestiyên hin gorên komî derxistine jî di sarincên Baxdayê de ne. Hê jî gel li hêviya hestiyên zarokên xwe ne. Em hêvî dikin Hikumeta Iraqê erkên xwe pêk bînin û xwedî hestî û dîlgirtiyan derkeve.”
‘Bi saya vê şêwirê gelek jin û dîlgirtî li hev civiyan’
Di dawiya axaftina xwe de Neam Bedel anî ziman ku weke jinên Êzidî ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan wê kar û xebatên xwe bidomînin û wiha got:“Em weke jinên Êzidî ji bo hemû jinan çi bikeve ser milên me, em ê pêk bînin û kar û xebatên xwe bimeşînin. Heta jinek, zarokek an kesekî Êzidî di destê DAÎŞ’ê de be, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ew şêwir karekî gelekî girîng e. Destê hemû amadekaran xweş be. Di nav qeyranek cihanî ya wisa de ev kar karekî gelekî pîroz e. Bi saya vê şêwirê gelek jin û dîlgirtî li hev civiyan. Ji hemûyan re serkeftin dixwazim.”