Li Yewnanistanê serdegirtina wargehê: 50 Kurd hatin binçavkirin

Di serdegirtan polîsan li ser kampa Lavrio ya Yewnanistanê de 50 kurdên penaber ji bo bişînin kampên din hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Qampa ku piranî penaberên Kurd lê dimînin kampa Lavrio ya li Yewnanistanê, serê sibehê polîsan serde girt.

Polîsan di dema serdegirtinê de derî û pencere şikandin û di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên kurd bi darê zorê ji kampê derxistin. Hat zanîn ku ên ku hatine binçavkirin wê bişînên kampên cûda.

Ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hate kirin. Ji aliyê çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê ve ji bo dewleta tirk weke jestekê hate nîrxandin.

Wê çalakî were li darxistin

Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê derbarê serdegirtinê de banga protestoyê kir. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê kiryara polîsên Yewnanî û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û wê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin. Her wiha wê Kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de li pêşiya Akademiya Atînayê vê helwesta polîsên Yewnan şermezar bikin.