Li Xezeyê mêrên sûcdar bi rêya eşîran tên beraatkirin!

Eşîrên li Xezeyê bi beraeta mêrên sûcdar di sûcên li dijî jinan de bi 'lihevkirinan' pêşî li pêkanîna qanûnê digirin. Saziyên femînîst hewl didin ku sûcdarên mêr cezayê ku heq dikin bistînin.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Di sûcên li dijî jinan ên li Şerîda Gazzeyê de, eşîret bi çêkirina peymana di navbera aliyan de rê nadin ku sûcdar cezayê ku heq dikin bistînin. Îsraa El-Elî yek ji wan jina ye ku bi salan e ji 12 saliya xwe ve rastî tundiya bavê xwe tê û ji ber ewlehiyê nikare navê xwe eşkere bike yek ji wan jinên ku bi destwerdana eşîrê bi salan e tê bêdengkirin.

'Bi heyetên eşîran re nîqaş hîn zêdetir bûn'

Îsra El-Elî ku niha di stargehekê de dijî, diyar kir ku dê û bavê wê di zarokatiya xwe de ji hev cuda bûne û got, “Bavê min her tim dixwest ku ez li cem wî bijîm, lê min dixwest ez li derve bixwînim û li wir biçim. Paşê bavê min bi kuştinê gef li min xwar û ez ji malê reviyam. Heyetên eşîran mudaxele kirin û nekarîn me li hev bikin, berovajî nîqaş zêde bûn. Jiyana min bûye dojeh. Min ji xwe re digot 'Divê tu sebir bikî, ev bavê te ye'. Lê hêrsa bavê min bû sedem ku ez pêşeroja xwe winda bikim."

'Ji aliyê endamên eşîrê ve ez bin zextê de mam'

Meryem Muhammed a ku rastî tundiyê hatiyê dev jî hevjinê xwe berdaye û ji ber serî li dadgehê da ji aliyê endamên eşîra xwe ve rastî zextan tê. Meryem Muhammed got, “Min daxwaza xwedîderketina li zarokên xwe kir, lê endamên eşîrê gotin bila zarok li cem bavê xwe bimînin. Min xema eşîran nedikir, li şûna wê min xwest ku zarokên min ji destê wî tacîzkar bên derxistin. Daxwazên min bi mehan dereng hat xistin û ez neçar bûm beyî ku nafaka bigrimku debara xwe bikim."

Meryem Muhammed, diyar kir ku endamên eşîrê pişt re dev ji dozê berdan û reviyan û got, "bûn sedem ku ez wext wenda bikim."

'Eşîr mêran bê suc derdixînin'

Endama Navenda Jiyanê ya girêdayî Navenda Şêwirmendî û Parastina Hiqûqî ya Lêkolînê ya Jinê Parêzer Îmtîaz Hasaballah, behsa pirsgirêkên jinan ên ji ber eşîretan kir. Imtiaz Hasaballah got ku dema civaka Filistînî di nav malbatê de lihevnekirinek çêdibe, eşîr ji bo lihevhatinê dikevin dewrê û wiha dest bi axaftina xwe kir:

“Endamên mêr ên eşîrê di qetlîamên jinan de kom dibin. Bi gelemperî qisûr li jinê tê gerandin û bi vî rengî diqede. Di qetlîamên jinan de yan weke xwekuştinê tê kirin yan jî kiryar “ji aliyê derûnî ve ne saxlem e”. Gelek hincetên bêbingeh hene ku ew dikin. Mînak di qetlîamên jinan de, 'Birînek li bedena jinê heye?', 'Birîneke vekirî ye?' Mijar nayê nîqaşkirin. Ev rewş tê paşguhkirin û zilam beraet dike. Ger mijar bibe dadgehê, ji bo rawestandina înfazê hinek pere ji malbata jina hatî qetilkirin re tê dayîn. Fîncanek qehwe vedixwin û paşê li hev dikin.”

'Dibe ku jin dest ji hemû mafên xwe yên qanûnî berdin'

Îmtiaz Hasaballah destnîşan kir ku sedema civaka Filistînê ji bo çareseriyê serî li qebîleyan dide ew e ku mêr biryarên van komîteyên li ser berjewendiya xwe diguherînin û wiha got: "Mêrê sûcdar eşîrê bi rê ve dibe û kontrol dike, lê jina ku tê mexdûrkirin li derdor de aliyê zeyîf ew dimîne. Jin gelek caran neçar in ku dev ji hemû mafên xwe yên qanûnî berdin da ku ji zîhniyeta baviksalarî zirarê nebînin."

'Em dixwazin qanûn bên bikaranîn'

Îmtîaz Hasaballah di dawiya axaftina xwe de  bal kişand ser vê yekê ku saziyên femînîst ji ber ku biryarên eşîran red dikin bi hin zehmetiyan re rûbirû dimînin û wiha pêde çû: “Mînak jinên ku serî li dadgehan didin, derfetên aborî nînin û saziyên femînîst heta ku jin mafên xwe yên qanûnî bi dest nexin, hemû rêbazan dişopînin. Daîreya 'Rêbera Malbatê' ya li dadgehan bûye dezgeheke ku pirsgirêkên jinan dişopîne û ji bo çareseriyan hildiberîne. Li aliyê din ji bo jinên li herêmên kêmderfetî navendên hişyariyê hatin avakirin. Me kampanyayên perwerdeyê li dar xistin û berdewam dikin da ku biryarên desthilatdariyê yên endamên eşîran û mafên jinan werin naskirin bi pêş bixin. Em dixwazin qanûn bên bikaranîn û sûcdar jî cezayê ku heq dikin bigrin.”