Pevçûnên li Sûdanê di roja 16’emîn de ne
Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên paramîlîter de tevî biryara agirbesta duyemîn a 3 rojan dewam dikin.
Navenda Nûçeyan- Pevçûnên çekdarî yên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 15’ê Nîsanê destpê kiribû, li paytext Xartûm û bajarên din ên Sûdana welatê Bakurê Afrîkayê berdewam dikin. Di pevçûnan de heta niha 512 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 193 kes jî birîndar bûne. Tevî biryara agirbesta 3 rojan a duyemîn a piştî înîsiyatîfa dîplomatîk a tund a welatên cîran, DYA, Îngilîstan û Neteweyên Yekbûyî (NY), pevçûn berdewam dikin.
'Şer bi dawî bibe, wê demê em dikarin danûstandinan bikin'
Li gorî nûçeya BBC Tirkî; Orgeneral Mohamed Hamdan Dagalo ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi rê ve dibe, got heta ku şer raweste ew ê danûstandinan nekin. Mohamed Hamdan Dagalo bi nasnav 'Hemedtî' jî îdia kir ku ji dema agirbesta 3 rojan hatiye dirêjkirin, şervanên Hêzên Piştgiriya Lezgîn 'bê rawestan' bombebaran dikin. Mohamed Hamdan Dagalo ku got, "Em naxwazin Sûdanê hilweşînin" û Serokê Sererkaniyê Orgeneral Abdulfettah el Burhan ji tundiyê sûcdar kir. General Abdel Fattah al-Burhan hevdîtinên rû bi rû yên li Sûdana Başûr bi şert qebûl kiribû.
Mohamed Hamdan Dagalo bi rêya telefonê ji BBC re axivî, diyar kir ku ew ji hevdîtinan re vekirî ne, lê şertê wî berdewamkirina agirbestê ye û got, "Pevçûnan bidawî bikin, wê demê em dikarin danûstandinan bikin." Mohamed Hamdan Dagalo diyar kir ku ti pirsgirêkên wî yên şexsî bi General Ebdulfetah El Burha re nîne û wî xayin dibîne ji ber ku kesên dilsozên Serokê berê Omer El Beşîr ku di sala 2019'an de ji aliyê artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve piştî kolana girseyî hate rûxandin, xist nava hikûmetê. Mohamed Hamdan Dagalo got, "Mixabin, Burhan ji aliyê lîderên eniya îslamî ya radîkal ve tê birêvebirin."