Li Xezayê ji ber tunebûna xurekê û bihayê zêde barê jinan girantir bûye

Li Xezayê jin ji ber bihayên ku zêde dibin û tunebûna xureka baş de, gelek zehmetiyan dikşînin. Jin bi nexweşiyên ku ji ber xwarina kêm çêdibin re têdikoşin. Tevî nexweşî û birçîbûnê jî bi têkoşîna xwe ya bi rûmet hewl didin xwe li jiyanê bigrin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Jinên li Zîvala Xezayê ji ber tunebûna xurekê, bi awayekî din ê şîdetê re rûbirû ne. Hêzên Îsraîlê hê jî destûr nadin hêk û her cureyê goşt bikevin bajar. Bazara heyî tenê bi qehwe, şirînahî, tiştên amade û karbonhîdratan hatiye dagirtin.

‘Gelo feydeya şirînahî tiştên amade û qehweyê çi ye û mirov bi wan têr dike?’

Samer Hamad, dibêje ku li Xezayê dema ku agirbest hat îlankirin hemû jin kêfxweş bûne lewre hêviya wan ew bû ku hêk, goşt, sebze û fêkî bikevin bajar û ji komkujiyên rojane rizgar bibin lê tu tiştek ji van bi cih nehat; jin hê jî nikarin têr xwarinê bixwin û bidin zarokên xwe û êrîş hê jî didomin.

Samed Hamed diyar dike ku bazar tije tişt in û vê dipirse: “Gelo feydeya van tiştên heyî çi ye? Şirînahî, karbonhidrat, qehwe û tiştên amade bi kêrî çi tên… Di ser vê de jî bihayê wan du qat beriya dema şer e. Rast e pêdiviya mirov carna bi van heye lê ev nakevin cihê xwarinê û jixwe ev ji bo me luks in pere tune ye em bikirin.”

‘Beriya şer xwarina me sebze bû hema bibêje her roj me goşt dixwar û fêkî hebûn’

Samer Hamad, dibêje ku sebze kêm in loma nikarin her roj ji zarokên xwe re çêbikin, ji ber wê neçar dimînin birinc konserve û xurekê bixwin û wiha didomîne: “Beriya şer xwarina me sebze bû û hema bibêje her roj goşt hebû, fêkî hebûn. Wê demê reng û rûyê me xweş bû, çavên me baş didîtin, êşa movikan bi me re tunebû lê îro ji ber tunebûna xwarinê nîşaneyên xirab bi me re çêdibin. Niha vîruseke xirab a ku dibe sedema navçûnê belav dibe. Ev yek ji ber qelsbûna pergala bedenê çêdibin lewre jin ji ber tunebûna wesayîdan ji bo şewateyan bibînin bi dehan km. neçar dimînin bimeşin.”

Samed Hamad balê dikşîne ku tenê xwarina hinek tiştan tê ferzkirin ev jî tê wateya şîdeta sîstematîk û wiha got: “Ev rewş li dijî hemû hiqûqa navneteweyî ye. Nelihevkirinên di nava malbatê de, pevçûnên ku di dema girtina xurekê de çêdibin û rewşa aborî ya her diçe xirab dibe, êşên jinan qat bi qat zêde kiriye. Lewre her çendî xurek li bazaran hebin jî kes nikare bikire. Kîloya goşt  ji 3–4 dolarî derketiye ser 25 dolarî.”

Lêgerîna ji bo jiyana bi rûmet

îbtîsam el-Kafarna jî der barê bihayê zêde yê xurekan de wiha dibêje: “Jinên li Xezayê ji ber ku nikarin tiştek bikirin êşan dikşînin. Bihayê hêkek bûye 1,5 dolar gelo dê jin kalsiyûmê ji ku bigrin?

‘Li bajarê xwedî deryayê du sal in mirov nikarin masiyan bixwin’

Li bajarê Xezayê ku deryaya wê heye, kîloya masiyan bûye dolar hinek cureyên wan jî bi 100 dolarî ne. Li bajareke deryayî, du sal in mirov nikarin masiyan bixwin. Li vî bajarê ku di nava felaketan de ye gelo dê mirov pere ji ku bibînin û jin dê çi bikin? Ez bi hevjînê xwe yê extiyar û çar keçên xwe re dijîm; keçek min nexweşiya wê ya kronîk heye, ên din jî nikarin bixebitin lewre tu kar tune ye. Ji ber vê yekê em tenê bi ar, makarna û konserveyên erzan xwe têr dikin.”

Îbtîsam el-Kafarna, diyar kir ku ew nexweşa şekir e, pêdiviya wê bi xwarina baş heye yan na dê bikeve komayê û wiha bi dawî kir: “Pêdiviya min bi çerezan heye lê nikarim bikirim. Ji ber ku xurekên baş tune ne her dem ji ser hemdê xwe diçim.”