Lubnan şahidiya pêla koçberî û komkujiyan dike
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birînda bûne ku 3 ji wan zarok in û 5 jî jin in.
Navenda Nûçeyan – Tevî ku ji 17’ê Nîsanê de di navbera artêşa Îsraîl û Lubnanê de agirbest hat ragihandin jî, hê jî êrîşên hêzên Îsraîlê li ser deverên Lubnanê berfirehtir dibin û fermana valakirina lezgîn tê dayîn. Her wiha herêm şahidiya reşweke mirovî ya xirab dike, pêla koçberiyê her diçe mezintir dibe û hejmara kuştiyan zêdetir dibe. Tevî vê yekê jî bêdengiyek heye.
‘Binpêkirina agirbestê û fermana valakirina lezgîn’
Artêşa Îsraîlê ji bo veguhestina bi lez, bang li gundiyên Ayn Kana ya li Başûrê Lubnanê kir. Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê îdîa kir ku Hîzbûllahê peymana agirbestê binpê kiriye û ferman da gundiyan ku herêmê bi lez vala bikin.
‘Hezar metre dûrî cih û warê xwe bin’
Di daxuyaniya ku hatiye parvekirian de bang li sivîlan hat kirin ku bi hinceta ewlekariyê ji malên xwe derkevin û herî kêm bi hezar metreyî berê xwe bidin qadên vekirî û bi ewle.
Komkujî
Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Şueyfatê de sê kes hatin kuştin. Li gorî wezaretê kesên hatine kuştin endamên malbatek bûne ku jinek, keça wê û zarokek ji Sûriyeyê bûn. Her wiha di êrîşê de sê jê zarok û 5 jê jin 15 kes jî birîndar bûne.
Li gorî ku rayedarên Lubnanê diyar kirine, di êrîşên Îsraîlê yên roja Pêncşemê de, li seranserê welat herî kêm 26 kes hatin kuştin.
‘3 hezar kuştî û 10 hezar birîndar’
Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê perve kirine, ji 2'yê Adarê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê û vir ve 3 hezar û 324 kes mirin, 10 hezar û 27 kes jî birîndar bûn.