Li Xezayê ji ber pirsgirêka qirêjiya avê jiyan zehmettir dibe
Ji ber şer û pevçûnên li Xezayê ku zêdeyî salek e didomin, êş û zehmetiyên jinan dijwartir dibin. Bi taybetî di warê avê û qirêjiyên ku dibin sedama belavbûna gelek nexweşiyan, rewşê dijwartir dike.
RFÎF ISLÎM
Xeza – Piraniya şêniyên li Zîvala Xezayê ji ber qirêjiya avê û berdewamkirina şer û pevçûnan zehmetiyên mezin dikşînin. Li gorî raporên navneteweyî hat diyarkirin ku zêdeyî ji sedî 97 ava Zîvala Xezayê nayê vexwarin. Ev jî dibe sedem ku nexweşî di nava civakê de zêdetir bibin.
‘Pirsgirêka qirêjiya avê li Xezayê zêdetir dibe’
Dermannas Sehar El Necar bal kişand ser pirgirêka avê ya li Zîvala Xezayê û wiha got: “Pirsgirêka avê ya herî mezin e, loma di manşetên nûçeyên Xezayê de cih digre. Ev jî dibe sedem ku tendirustiya mirovan ji ber ava qirêj û ava vexwarinê nebaş bibe. Di heman demê de qirêjiya jîngehê û kêmderfetiyên paqijiyê dihêle ku nexweşiyên penceşêrê li herêmê zêde bibin. Pirsgirêka avê beriya ku li herêmê şer biqewime hebû, cihên eleqedar nikaribûn pirsgirêkê çareser bikirana û bi destpêkirina şer re ev pirsgirêk zêdetir bû. Li gorî raporên navneteweyî hat eşekerekirin ku ava li Xezayê ji bo vexwarinê nabe û divê neyê bikaranîn.”
‘Gelek nexweşî ji ber qirêjbûna avê çêdibin’
Sehar El Necar diyar kir ku ji ber pirsgirêka qirêjiya avê gelek nexweşî belav dibin û got: “Ji ber pirsgirêka avê û qirêjiya wê mirov bi gelek nexweşiyan dikevin herî zêde nexweşiyên zikçûyî, kolera û hehrbûnê, ji ber qirêjiya avê ku bû sal û nîv mirov ji vê ava qirêj vedixwin û bi kar tîne. Di heman demê de nexweşiyên çermî jî ji ber vê pirsgirêkê zêde dibin û divê kadroyên tendirustiyê ji van nexweşiyan re her dem amade bin lê mixabin ji ber êrîşên dijwar û kêmbûna dermanan qada tendirustiyê jî nikare alîkariya gel bike.”
‘Ji sedî 97’ê ava Xezayê nayê vexwarin’
Di berdewamiya gotinên xwe de Sehar El Necar tekez kir ku ekolojî jî ji ber qirêjiya avê, qirêj dibe û wiha pê de çû: “Ji ber pirsgirêka qirêjbûna avê, jîngeh jî qirêj dibe. Ev yek jî dibe sedem ku ax jehrî bibe û ji bo vexwarin, bikaranîn û çandiniyê salên dirêj bibe pirsgirêk. Ev jehrîbûn jî ji ber komkujiyên qirkirinê ku ser gel tên meşandin, çêdibin. Li gorî raporên neteweyî ji % 97’ê avê nayê vexwarin. Bi taybetî ava binerdê ku tevî madeya nîtrîtê bûye, gihîştiye asta xeternak.”
‘Belavbûna çopan jî pirsgirêkan ava dike’
Sehar El Necar li ser qirêjiyên organîk ên herî girîng li Zîvala Xezayê wiha dibêje: “Bombe û mûşekên neteqiyayî ku li qada navneteweyî qedexe ne tên bikarînin, dibin pirsgirkêka belavbûna qirêjiyan. Bandorên van jî wê piştî bidawîbûna şer li herêmê bên diyarkirin. Li kêleka wê ji ber belavbûna çopan li herêmê pirsgirêkên gel dijwartir dibin. Her wiha vîros û parazîtên ku di avê de diherikin dibin sedema nexweşiya kolera, tîfo û hepatîtê ku ji ber van nexweşiyan li gorî daxuyaniya wezareta tendirustiyê li herêmê ji % 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.”
‘Herî zêde jin û zarok para ji pirsgirêka avê zirarê dibînin’
Sehar El Necar tekez kir ku yên herî zêde para xwe ji van pirsgirêk û nexweşiyan digrin jin û zarok in û wiha got: “Herî zêde jin û zarok para xwe ji pirsgirêkên qirêjiya avê digrin. Bi taybetî zarok ji ber bi vê avê şîr ji zarokan re tê amadekirin. Malbatên koçber jî herî zêde para xwe ji van pirsgirêkan digrin. Zêdeyî ji % 60 zarok bi nexweşiyên zikçûyî re ji ber kêmbûna derfetên tendirustiyê rûbirû dimînin.
‘Pirsgirêka avê çareser bikin’
Sehar El Necar bang li rêxistinên navneteweyî kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her wiha divê rola saziyên navneteweyî tiştek bikin û derfetên jiyanê ji şêniyên Xezayê re pêşkêş bikin. Di heman demê de divê kampên koçberan jî ji cihên qirêj û çopan bên dûrxistin û divê ev êrîş û şerê ji bo qirkirina gel bê rawestandin.”