Dixwazin jina penaber a ducanî bişînin Navenda Vegerandinê
Esra Mayil a ku penabereke Sûrî ye û ducaniya 8 mehî ye, li Rêveberiya Bajêr a Koçberiyê radestî polîsan hat kirin. Tê gotin ku ew ê bişînin Navenda Vegerandinê (GGM) ya Harmandaliyê.
					Navenda Nûçeyan - Esra Mayil a Sûrî ya ku ducaniya 8 mehî ye, ji bo nasnameya parastina demkî serî lê daye. Esra, ji hêla rayedarên Rêveberiya Parêzgeha Îzmîrê ya Rêveberiya Koçberiyê ve radestî polîsan hat kirin. Esra Mayil birin Qereqola Polîsan a Alsancakê û dê êvarê ewê bişînin Navenda Vegerandinê (GGM) ya Harmandaliyê.
Rewşa ‘Pêdiviyên Taybet’
Ahmet Rodî Polat ku Hevserokê şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye, li ser mijarê agahî da. Ahmet Polat diyar kir ku Esra Mayil tevî ducaniya wê ya pêşketî li qereqola polîsan tê girtin û wiha got, "Li gorî Qanûna Biyaniyan û Parastina Navneteweyî û Rêziknameya Parastina Demkî, jin ducanî ye û 8 mehî ye. Ji ber vê yekê statuya ‘pêdiviyên taybet’ heye. Xerabkarî û stresa ku ew pê re rû bi rû dimîne tewar xetera zayîna pêşwext jî zêde dike. Armanca wê ya yekane ew e ku statuya parastina demkî bi dest bixe û jiyaneke hêjayî rûmeta mirovan bijî. Ji ber vê yekê, divê ev xirabkarî tavilê bi dawî bibe. Divê ew di bin parastina demkî de were nirxandin û divê tavilê were berdan."