'Li Xezayê her roj herî kêm 10 zarok lingê xwe winda dikin'

Save the Children, diyar kir di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de her roj 10 zarok yek an jî herdu lingên xwe winda dikin û bal kişand zarok neçar dimînin bêyî anestezî emeliyat bibin.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de heta niha 10 hezar zarok hatin qetilkirin. Save the Children ya saziya sivîl a navneteweyî ya navenda wê li Brîtanyayê ye, di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser tiştên zarokên li Zîvala Xezayê ji ber êrîşan dijîn.

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin li Xezayê ku êrîşên Îsraîlê ket meha 3’emîn de, her roj 10 zarok yek an jî herdu lingên xwe winda dikin û bal hate kişandin ser rapora Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ya têkildarî ji destpêka êrîşan heta niha "Li Xezayê hezar zarok yek an jî herdu lingên xwe winda kirine.”

Piraniya emeliyatan bêyî anestezî tên kirin

Di daxuyaniya ku hate destnîşan kirin neçar dibînin piraniya emeliyatên zarokan bêyî anestezî bên kirin û hate diyar kirin tevî kêmbûna karkerên tenduristî û malzemeyên tibî jî emeliyat tê kirin.

Dibe ku zarok hin zêdetir jiyana xwe ji dest bidin

Di daxuyaniyê de hate balkişandin zarok li gorî mezinan 7 qat hîn zêdetir ji ber birîndarbûnên teqînê dibe ku jiyana xwe ji dest didin û hişyarî hate kirin zarok li gorî mezinan wek derûnî jî bi awayên cuda zirar dibînin.

'Êşa zarokan aqlê mirovan nagre’

Di daxuyaniyê de ev gotinên Dîrektora Filistînê ya Save the Children Jason Lee, cih girt: “Êşên ku zarok  di vê pevçûnê de dijîn aqlê mirovan nagre û hîn wêdetir e. Lewra ev tiştên tên jiyîn bêpêwîst û bi tevahî dikarin pêşî lê bê girtin. Qetilkirin û seqet hiştina zarokan, wek binpêkirineke mezin a mafan a li dijî zarokan tê dîtin û divê kiryar bên berpirsyar dîtin.”