Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 347

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 347.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve dest pê kir û heta niha jiyana xwe ji dest dane derket 37 hezar û 347 kesan. Li gorî daxuyaniyê 10 kesan di êrîşên 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşan heta niha li axa Filistînê 85 hezar û 372 kes birîndar bûne. Li gorî NY’yê Zivala Xezaya ku ji sedî 75 ê 2,4 mîlyon nifûsa wê neçarî koçberiyê bûne bi gefa xelayê re rû bi rû ye.

xeteriya xelayê heye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Xezayê zêdeyî 8 hezar zarokên di bin 5 salî de ji ber kêmxwariniya tûj hatin dermankirin.