Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 341

Wezareta Tenduristiye ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 341 kes û birindar jî bû 73 hezar û 134.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê 160 roj in bênavber berdewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, bîlançoya dawî ya herêmê parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Xezayê 69 Filistînîyên din jî qetil kirine û hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 341. Hate diyar kirin di êrîşên dawî de hêzên Îsraîlê 110 Filistiyên din jî birîndar kiriye û li Zîvala Xezayê hejmara kesên birîndar bû 73 hezar û 134.

Wezareta Tenduristiyê, diyar kir ku  hêj di bin kavilan û li ser rêyan de cenaze hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, xebatkarên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nekarîn xwe bigihînin cenazeyan.