Li Xezayê di bin konan de şanoya xwe pêşkeş dikin
Rêvebera Hunerî ya Komeleya Çand û Huner a "Boudour" Menal Beraket destnîşan kir ku ji ber êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê gelek şanoger hatine qetilkirin û dik zirerê dîtine, lê belê di bin konan de jî ew hûnera xwe didomînin.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Di encama şerê ku li zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an di navbera Hamas û hêzên Îsraîlê de rû dane gelek ziyan çêbûn. Dikên şanoyan jî li Xezayê para xwe ji vê şerê girt û hatin wêrankirin. Jinan bi riya şanoyan derdiketin pêşberî cîhanê û qala pirsgirêk û doza xwe digrin. Bi taybetî di meha Adarê de. Jinan di nava çîrokên tundî û serkeftinê êşên xwe pênase dikirin.
'Encama êrîşan dikên şanoya Filistînî ziyan dîtin'
Rêvebera Hunerî ya Komeleya Çand û Huner a "Boudour" Menal Beraket got: “Tevgera çandî beriya sala 2023'an li Xezayê bû şahidê vejînek mezin. Ji ber ku hemû şano çalakbûn him di warê organîzekirina atolyeyan û lîstikên şanoyê de. Ev jiyan piştî şerê ku li Xezayê qewimiye, rawestî. Piraniya dikên şano hatin hilweşandin. Her wiha ji ber êrîşan jî hunermendên herêmê hin hatin qetilkirin hin jî serî li koçberiyê dan. Ev jî astengî di karê hunerê de derxistin."
'Di nava çadirê koçberiyê de pêşandana 'Felaketek ji Destpêkê û Nû ve'
Di nava gotinên xwe de Menal Beraket tekez kir ku di nava şer û êrîşan de komeleya "Boudour"erka xwe ya hunerî ranewestandiye û wiha got: “Ji ber ku huner peyama civakê radighîne. Ji ber kêmbûna cihên şano û gel ve me hunera xwe di nava çadirên koçberiyê de berdewam kir. Komeleyê di nava êrîşan de gelek berhemên hunerî û pêşandan karîbû çêbike. Yek ji wan pêşandanan 'Felaktek ji Destpêkê û Nû ve' ku ji hêla rêvebera komeleyê Wîsam El-Dêrawî ve hate bi rêve birin. Di vê pêşandanê de bal hate kişandin ser jiyana jinên Filistînê di nava çadiran û rêwîtiya koçberiyê de. 10 pêşandan hatin tomarkirin hin ji wan li herêmên sînor wek herêam Hecer El-Dîk. Ji ber dijwarbûna êrîşan ser Xezayê hin kar hatin rawestandin. Li şûna wan atolyeya Barometer, ango serbestberdana derûnî ya bi riya şanoyê, hatine girtin."
'8'ê Adarê ji jina Filistînî re tevgerek bû'
Menal Beraket tekezkir ku 8'ê Adarê beriya şer ji bo jinan tevgerek civakî, aborî, çandî, siyasî û perwerdehî bû û wiha bi dawî kir: "Li Xezayê bi boneya vê rojê jin li ser dikên şanoyê gelek pêşandanên xwe pêşkêş dikirin. Îsal pêşandanên şanoyan nayên dîtin, lê jina Filistînî heye û ew dikare çîrokên xwe ji cîhanê re vebêje. Ji ber ku jina Filistînî gelek êş dîtin ev jî wê bihêle di demên pêşî de bi riya şano û hunerê van çîrokan bîne ziman. Ji ber ku şano ji bo jinan navgîneke şahî û hişyariyê ye, nebûna wê dê bandorek gelek neyînî li ser jin û jinên ciwan bike. Jin niha bi çêkirina malên xwe re mijûlin piştre wê carek din vegerin ser dika şanoyeyê."
Niha jî Komeleya Şanoya "Buoduor" li ser aktîvkirina şanoya bi lîstokan kar dike da ku jin çîrokên xwe bi van lîstokan vebêjin û bi awayekî sivik peyamê bigihînin zarok û rayedarên berpirsyar. Her wiha komele amadekariyên rêzepêşandanan dike û lehengên wê jin in da ku karibe carek din jiyana çandî piştî şer vejîne bike.