'Li Xezayê di her saetê de 2 dayik tên qetilkirin’

Li Xezayê hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. NY’ê, ragihand ku li Xezayê her saetê 2 dayik jiyana xwe ji dest didin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya dawî de, ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 25 hezar û 295 û hejmara birîndaran jî 63 hezar e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama wêraniya piştî êrîşan de gelek kes di bin xirbeyan de mane û ekîbên parastina sivîl û tenduristiyê yên lezgîn bi zehmetî xwe digihîjînin wan kesan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber hilweşandina ku di encama êrîşan de çêbûye heta niha jî gelek kes di bin kavilan de asê mane û ekîbên parastina sivîl û tenduristiyê yên lezgîn nikarin bigihîjin van kesan.

Neteweyên Yekbûyî (NY), bal kişand ku li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane her kêliyê zêde dibe û diyar kir ku her saetek 2 dayik tên qetilkirin. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, bi bîr xist ku nexweşxaneyên zêde qelebalix ên li Xezayê di bin bombeyan de ne û destnîşan kir ku mal veguherîne xirbeyan. Her wiha di parvekirinê de wiha hat gotin: "Ji 7'ê Cotmehê vir ve zilma li dijî Xezayê kêm nebûye."

Li Şerîaya Rojava zarokek hat qetilkirin

Îsraîlê li bajarê Cenînê yê Şerîeya Rojava ya dagirkirî zarokek qetil kir. Li gor nûçeya ajansa WAFA’yê ya Filistînê, Îsraîl êrîşî bajarokê Arrabe yê li başûrê Cenînê kir. Di pevçûna ku di serdegirtinê de derket de Yamîn Muhammed Hassîtî yê 17 salî jiyana xwe ji dest da. Hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a di bin dagirkeriyê de di êrîşên Îsraîlê da mirin bû 370’î. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku Îsraîl li dijî bajarên El Halîl, Nablus, El-Bîre û Beytullahîm yên Şerîeya Rojava jî êrîş pêk anîn. Heyva Sor a Filistînê ragihand ku zarokekî 15 salî li bajarokê Yatta ya nêzî El Halîl bi guleyeke rast ji lingê xwe birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, li bajarê Halhul yê li bakur di encama lêdanê de 2 kes birîndar bûn. Li bajarokê Bûrîn ê Iraqê yê nêzî Nablusê ciwanekî 18 salî ji lingê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Di pevçûna ku di dema serdegirtina bajarê Bîrê de derket de ciwanek ji serê xwe bi şarapnelê birîndar bû.

Pêwendî qut bû

Li Zîvala Xezayê ku Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va êrîş dike, înternet û têkilî cara 10’emîn qut bûn. Di daxuyaniya nivîskî ya Şîrketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê da wiha hat gotin: “Em bi xemgînî radigihînin ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha ji ber êrîşên li ser nuqteyên curbecur ên Zîvala Xezayê li herêmê cara 10’emîn pêwendî qut bû.”