Di êrişên Îsraîlê de 2 rojnamevanên din jî jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên Îsraîlê de nûçegihanê El Cezîre El Gul û kameravan Er Rîfî, jiyana xwe ji dest dan. Li Xezayê hejmara rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane bû 165, herwiha rojnamevanan qetilkirina hempîşeyên xwe protesto kirin.

Navenda Nûçeyên - Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bênavber êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne.

Îsraîl, li bajarê Xezayê ya dikeve bakurê Zîvala Xezayê wesayîteke kir hedef û di encamê de herî kêm 5 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha di daxuyaniya Teşkîlata Parastina Sivîl ya Xezayê hat ragihandin ku Îsraîlê li nêzî herêma ketina Kampa Penaberan a Megazî ya bajarê Xezayê wesayîtek kir hedef, di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Herwiha der barê nasnameya kesên ku di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane de tu agahî nehatine parvekirin.

Rojnamevan hatin qetilkirin

Her wiha di encama êrişa Îsraîlê ya li ser wesayîteke ku li ser rêya Kampa Penaberan a Şatî de nûçegihanê El Cezîre Îsmaîl El Gul û kameravan Ramî Er Rîfî jiyana xwe ji dest dane. Ofîsa Ragihandinê ya hikûmeta Xezayê, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişa Îsraîlê de nûçegihanê El Cezîre Îsmaîl El Gul û kameravan Ramî El Rîfî jiyana xwe ji dest dane û hejmara rojnamevanên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 165. Di daxuyaniya ku bang li civaka navneteweyî û saziyan hat kirin de hat diyarkirin ku divê sûcên Îsraîlê yên berdewam di dadgehên navneteweyî de werin lêpirsîn kirin û bang hat kirin ku ji ber êrişên li ser rojnamevanên Filistînê bên rawestandin divê zext li Îsraîl bê kirin.

NY êrişan şermezar kir

Duh di civîna çapemeniya ku ji aliyê Netewên Yekbûyû (NY) ve hat lidarxistin de, Berdevkê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric der barê mijarê de ev tişt got: “Divê rojnamevan bên parastin.” Berkevk diyar kir ku divê wek buyerên bivî rengî, lêpirsînek berfireh û zelal were pêkanîn, sûcdar hesabê bidin û got: “Em qetilkirina her rojnamevanekî şermezar dikin.” Stephane Dujarric, diyar kir ku rojnamevan li herêmê berdêlên giran didin û banga xwe dubare kir ku divê rojnamevanên biyanî bikevin Xezayê û got: “Mifteyên Sînorên Refahê ne di destê me de ye. Vîzeyan jî ne em didin.”

Ji Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê daxuyanî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê, derbarê rojnamevanan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hiqûqa mirovî ya navneteweyî, rojnamevanên ku di qadên pevçûnan de kar dikin, diparêzin. Divê Îsraîl rê bide ku rojnamevan karê xwe bi ewle bimeşînin.”

Li Xezayê çalakiya protestoyî ya rojnamevanan

Bi dehan rojnamevanên ku li Zîvala Xezayê karê xwe dikin, qetilkirina hempîşeyên xwe yên ji aliyê Îsraîlê ve protesto kirin. Midûrê Ofîsa Ragihandinê Îsmaîl Es Sevabîte di çalakiya ku li pêşiya Nexweşxaneya Şehîdên Eqsa de, diyar ku cînayetên Îsraîlê yên li dijî rojnamevanan ên li Zîvala Xezayê şermezar dikin. Îsmaîl Es Sevabîte got: “Em di sûcên li dijî rojnamevan û gelê me yê li Zîvala Xezayê tên pêkanîn de, Îsraîl û DYE berpirsyar dibînin” û bang li civaka navneteweyî û saziyan hat kirin de hat diyarkirin ku divê sûcên Îsraîlê yên berdewam di dadgehên navneteweyî de werin lêpirsîn kirin û bang hat kirin ku ji ber êrişên li ser rojnamevanên Filistînê bên rawestandin divê zext li Îsraîl bê kirin.

Televîzyona El Cezîre jî ragihand ku ew ê ji bo darizandina berpirsyaran gavên hiqûqî bavêjin.