Kongra Star: Dengê jinên Êzidî dengê me hemuyan e

Meclîsa Kongra Star a têkildarî 10’emîn salvegera Fermana 74’an a di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê birin ser Şengalê daxuyaniyek niviskî da, got “Dengê jinên Êzidî dengê me hemuyan e” û banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Kongra Star a Rojava têkildarî 10’emîn salvegera Fermana 74’an a di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê birin ser Şengalê daxuyaniyek niviskî weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ku piştî fermanê jî polîtîkayên qirkirinê bi êrişên dewleta Tirk û PDK’ê li ser civaka Şengalê didome û banga têkoşînê kir.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Di ser qirkirina Şengalê re 10 sal derbas bûn ku 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin, tevahiya cîhanê bi rengekî zindî lê temaşe dikir, lê dest lê werneda, hêzên leşkerî yên ser bi PDK'ê ve jê reviyan û gelê Êzîdî ber qirkirinê ve hiştin.

Destpêkê em jin, mêr û zarokên gelê resen li Şengalê de di qirkirinê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha tevahî şervan û milîtanên ku berxwedana dîrokê dane meşandin li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi rêzdarî em bibîrtînin û soz didin ku xeylên hevalên şehîd ji bo azadiyê pêk bînin.

‘Gerf û metirsî hê bi dawî nebûye’

Ev 10 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas bûne, hîn jî gelek jin û zarokên Êzidî nayê zanîn ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, weke kole hatin firotin û dîl hatin girtin. Xaka Şengalê ku warê parastina çand, bawerî, hebûn, hîn jî di bin gefa komkujî û qirkirinê de ye. Ev gef û metirsî hîn jî bi dawî nebûye.

Dewleta Tirk hema bibêje her roj bi her cûre teknîka şer derdixe holê û hewl didin xelkê me yê Êzidî qetil bikin. PDK jî her roj bi derew, propaganda reşkirinê ya şaş wan dike hedef û gefê dixwe, û bi destê wan dagirkerî li başûr zêdedibe, ev yek bandorê li ser jiyana jinan dike, ku rê li ber koçberî û qirkirinê vedikin.

Rastiya ku hê jî kuştina jinan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin, dibe sedem ku dewlet û dîktatorên ku bi polîtîkayên qirkirina jinê hewl didin li ser piyan bimînin, ji darizandina vî sûcî û êrîşên wan ên bêperwa yên li dijî jinê netirsin. Heya ku qirkirina jinê weke sûcê mirovahiyê neyê qebûlkirin, mîna qirkirinê li dijî polîtîkayên qirkirina civakî jî têkoşînek pêbawer û teqez nayê kirin.

‘Dengê jinên Êzidî dengê me hemuyan e’

Em jî weke rêxistna Kongra Star li hem ber her cureyên tundî ,dagirkerî, qirkirin,komplo em ê bêdeng nemînin. Dengê jinên Êzîdî dengê me hemuyan e, em weke şoreşa jin piştgiryê didin jinên Şengal, efganistan,rojhilat û hemû jinên têkoşîna azadiya didin meşandin.

Em bang li hemû jinên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, tekoşer yê dilê wan ji azadiyê re lêdide bi hev re em dakevin qadên jina azad bi hev re têkoşîna xwe em xurt bikin.”