Li Xezayê di bin xirbeyan de 60 cenaze hatin dîtin

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê, piştî operasyona Îsraîlê ya li Şucaiyeya herêma rojhilatê Xezayê, di bin xirbeyan de nêzî 60 cenaze hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê daxuyaniyek da û ragihand ku operasyona di 27’ê Hezîranê de li Şucaiyeyê hatibû destpêkirin bi dawî bûye. Di vê operasyonê de 8 tunel hatin hilweşandin û bi dehan kes hatin qetilkirin. Xebatkarên rewşa lezgîn, niha li avahiyên hilweşiyayî li cenazeyan digerin.

Berdevkê parastina sivîl ragihand ku ji sedî 85 avahiyan zirereke cidî dîtine û diyar kir ku heta niha nêzî 60 cenaze hatine dîtin.

Operasyonên artêşa Îsraîlê yên li navenda bajarê Xezayê, li navenda UNRWA’yê berdewam dikin. Îsraîl dibêje ku li navendê şervanên Hamasê hene. Li başûrê bajêr pevçûn didomin, li rojava jî bomebaran berdewam dikin.