Li Xezayê çalakî: Ji birçîbûn, xiyanet, buhabûn û kedxwariyê re na
Rojnamevan û gel, li Xezayê li dijî dorpêça ku bi mehan didome meşiyan. Rojnamevanan diyarkirin ku hevpîşeyên wan li qadê bi zikê birçî bûyeran dişopînin û gotin: “Ev banga dawî ya rizgarkirina gelê Xezayê ye.”

RAFÎF ESLEEM
Xeza – Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, di 19’ê Tîrmehê de li Zîvala Xezayê, bi dirûşma ‘Ji birçîbûn, xiyanet, buhabûn û kedxwariyê re na’ çalakî li darxistin. Rojnamevan bi vê çalakiyê hedef kirin ku bal bikşînin ser bandorên xirab ên birçîbûnê li ser rojnamevan û gelê Filistinê yên dibin dorpêçê de.
Rojnamevan birçî nûçe çêdikirin
Rojnamevan Dua Mislih îfade kir ku hemû rojnamevanên li Xezayê, ji bo bidawîkirina xelaya kûr dibe û bi mehan didome hatine ba hev û got: “Li dijî bêdengiya saziyên hiqûqî, mirovî û navnetewî, ev protesto bi berpirsyartiya mirovî, hemû beşên civakê digre nava xwe. Rojnamevan li qadê bûyeran bi zikê birçî dişopandin û di dîmenên kamereyan de jî sarbûna di rûyê wan de û lewazî tê dîtin. Hêzên Îsraîlê, bi temamî Zîvala Xezayê dorpêç kiriye û deriyên sînoran girtine, birçî hiştina gel wek çekekê bikar tînin. Ev dorpêç, wek cezayek ji bo rojnamevanên li dijî plankirina koça bi zorê ye.”
‘Çalakî bi beşdariya gel vegeriya meşek girseyî’
Dua Mislih anî ziman ku bi sedan malbatên Filistînê, bê mal mane û li kolanên bajar bi dehan kon vedane, lê belê Xezayiyan hê xaka xwe terk nekirine û wiha got: “Protesto, çalakiyek ya piştevaniyê ya komek rojnamevan li ber Meclîsa Zagonê ya Filistîn hatî destpêkirin bû. Lê belê di nava kêliyan de bi sedan kes beşdar bûn, berbi Qada Leşekerî ya neyê zanîn ve bi xwe vegeriya meşek girseyî. Ev jî nîşaneya qêrîna kolektîf a gel li dijî şer û birçîbûnê ye.”
‘Ev banga dawî ya ji bo rizgarkirina gelê Xezayê ye’
Dua Mislih da zanîn ku li bazaran tiştên xwarînê nîne, zarok bi birçîbûnê re di nava rageşiyê de ne, kîloya ar bûye 70 dolar û kîloya şekir bûye 120 dolar. Dua Mislih bal kişand ser bûyerên birçîbûn û kêm xwarinê û destnîşan kir ku ji hişê xwe çûyîn li kolanan zêde bûye, nexweş baş nabin û gelek jê jiyana xwe ji dest dane û got: “Ev banga dawî ya ji bo rizgarkirina gelê Xezayê ye.”
‘Muzakere jî rêbazek a kuştinê ye’
Rojnamevan Esîl Matar diyarkir ku ji bo bidawîkirina şer û birçîbûnê beşdarî vê meşa piştevaniyê bûye û got: “Xezayê terkî mirinê hatiye kirin û her roj qetlîamên nû zêde dibin. Daxuyaniyê DYE û derewên Îsraîlê yê qaşo muzekareyan, xela û mirin hê kûrtir kiriye. Ev daxuyanî dorpeçek ya fetisînê li ser gel ava dike.”
Esîl Matar bang li saziyên navnetewî ku bi mafê mirovan re eleqeder dibin kir ku zextê li Îsraîlê bikin û divê destûr bê dayîna bi tonan malzemeyên xwarinê li deriyê sînorê Misrê hatî sekinandin bikevin Xeza û got: “Beşdariya jin, zarok û pîran ya protestoyê, nîşan dide ku gel çiqas bê çare maye û bi çavê hêvî li vê meşê temaşe dikin.”
‘Ev qêrîna dawî ya Xezayê ye’
Lana es-Sehhar da zanîn ku protesto ditiye û bi xwe başdar bûye. Lana es-Sehhar anî ziman ku ew, li gel 9 zarokên xwe bi hêviya ji bo li kolanê tiştek were xwarin bibîne derketine ji derve, lê belê tiştek ne dîtine û got: “Dinya li zarok û jinên birçî temaşe dike, kes tiştekê nake. Eve banga dawî ya li Xezayê bilind dibe ye. Ji niha û şûnde wê ne hemwelatiyek bimîne, ne jî kesek tevger bike. Êdî reva berbi Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ve nemaye. Niha li Xezayê ji bo rizgariyê tu ronahiyek nîne. Yên bi gule nehatin kuştin wê ji birçan bimirin. Ticarên ku li firsendan digerin, rêjeya nixan zêde kirine û ji birçîbûna gel sûdê digrin, tu wijdanek ku gel bi şopîne nemaye.”