Li Xezayê bûyera yekem vîrusa felca zarokan hat tesbîtkirin

Di daxuyaniya duh a Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê de, hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kiribû 25 sal in felca zarokan hatiye nemaye, teşxîsa felca zarokan bi zarokek 10 mehî re hat danîn.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayêbi daxuyaniyekê ragihand ku li Zîvala Xezayê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kiribû 25 sal in felca zarokan hatiye nemaye, teşxîsa felca zarokan bi zarokek 10 mehî re hat danîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bijîşkan ji nîşanên weke felca zarokan guman kirin û piştî li paytexta Urdun Ammanê hemu testên pêwîst hatin kirin, hat zanîn ku vîrusa felca zarok a ji aşiyê hatiye afirandin belav bûye. Hukmeta Filîstînê, ji bo ku gel û zarokên xwe biparêza hemû çavkaniyan seferber dike. Li wîlayeta bakur û başûr, bi hemû saziyên navneteweyî û Ajansa Avadan û Alîkariya Koçberên Filistînê yên Rojavayê Nêzîk ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) re di nava hevkariyê de ye.”

Wezaretê bang li civakên navneteweyî û saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku êrîşên hovane yên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didomin bên rawestandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Sîstemên ava paqij ên vexwarinê û saxlemî ji nû ve bên avakirin, bermahiyên tibî û hişk berteref bên kirin. Derman û materyalên taybet ên ji bo hîjyenê tên bikaranîn, ji bo bi awayê bê şert bikevin destûr bidin, em bi lez bang li hemû saziyên navneteweyî û saziyan dikin.”