Li Xezayê 162 cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin
Hat ragihandin ku heta niha di bin xirbeyên avahiyên ku di êrişên Îsraîlê de hiweşiyane cenazeyên 162 Filistîniyan hatine derxistin.
Navenda Nûçeyan- Bi ketina meriyetê ya agirbestê re, derxistina cenazeyên di xirbeyên avahiyên ku Îsraîlê bi êrişan li Zîvala Xeza hilweşandin berdewam dike. Hat ragihandin li Zîvala Xezayê heta niha cenazeyên 162 filistîniyan hatine derxistin.
Di daxuyaniya ji aliyê Miduriyeta Parastina Sivîl a Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di xirbeyên avahiyan de li Xezayê cenazeyên 9 kesan hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 19’ê Çileyê ve dema agirbest ket meriyetê be heta niha hejmara cenazeyên ji bin xirbeyan hatin derxistin bûye 162. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bin xirbeyên li çar aliyên Xezayê de bi hezaran cenaze hene û ji ber tunebûna makîneyên kar derfetên tîmên parastina sivîl ên rakirina xirbeyan tune ne.