Li Xanesora Şengalê pîrozbahiya Newrozê

Li Bajeroka Xanesorê ya Şengal ê bi vêxistina agir û gerandina govendê Newroz hat pîrozkirin.

Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li parka bajaroka Xanesorê ya Şengalê Newroz hat pîrozkirin. Şahiya Newrozê bi stran û dîlanê dest pê kir. Di dewamiya şahiye de, dema tarî ket erdî agirê Newrozê ji aliye dayikan ve bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Bîjî serok Apo” hat pêxistin. Şêniyên Xanesorê bi coşeke mezin heta derengiya şevê bi govend gerandin.