Li wargehê hat lêpirsînkirin bi dayîna telefonê û pere sîxurtî lê hat ferzkirin

Jina ciwan a li Sêrtê ji aliyê komek polîsan ve bi gotina, ‘Der barê te de gilî heye, nav bide me’ sîxurtî lê hat ferzkirin, serî li ÎHD û dozgeriyê da. Hat zanîn ku piştî serlêdana li emniyetê jê re gotine malbat lê digere û ‘bûyerê mezin nekin.’

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt- Di nava van mehên dawî de polîtîkayên şerê taybet li dijî ciwanên Kurd zêde bûye. Bi taybetî jinên ciwan ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didin nasîn ve tên ‘lêpirsînkirin’, gef li wan tê xwarin û sîxurtî li ser wan tê ferzkirin. Bûyereke wisa di rojên borî de li navenda bajarê Sêrtê qewimî. Jina ciwan a 18 salî li wargeha ku lê dimîne hat diyarkirin ‘gilî’ li ser heye, li odeya midur hat lêpirsînkirin. Telefon û hinek pere dan jina ciwan. Jina ciwan piştî bûyerê, serî li dozgerî û ÎHD’ê da.

Jina ciwan di roja 5’ê Tebaxê de di saetên êvarê de piştî ji dersê derket diçû wargehê li wê derê rastî hejmarek zêde ya polîsan hat. Hemû kesên ku diçin wargehê ji aliyê polîsan ve ji GBT’ê derbas dibin jina ciwan dema çû odeya xwe, bi anonsa navê xwe ji aliyê odeya midur ve, çû odeya midur. Li odeyê li cihê midur, rastî polîsan hat, tiştên ku jiyane ji ajansa me re anî ziman.

‘Di odeya midur de ez hatim lêpirsînkirin’

Jina ku ji ber ewlehiyê me navê wê neda ev tişt got: “Dema ketim odeya midur, 10 polîsên sivîl ketin odeyê. Gotin gilî heye û wêneyên min nîşanî min dan gotin ‘em ê te bibînin’ ez nebirim emniyetê. Kes negirtin odeyê. Gotin ‘tu çek hildigirî û tu yê biçî çiyê.’ Min jî ev red kir. Hinek pirsên din ji min kirin û gotin ‘ger tu tiştên em dixwazin bikî, em ê te li zanîngehê bi cih bikin.’ Min bertek nîşanî tiştên gotin dan û daxwazên wan red kirin. Tevî min red kir jî her dem bi daxwaz û pirsan bi ser min ve dihatin. Bi kêliyan di wê odeyê de mam. Hevala min a herî nêz xwest bikeve odeyê lê wê negirtin. Herî dawî gotin ‘em dixwazin bi te re di nava têkiliyan de bin, telefona te heye? Dema ku min got nîn e gotin em ê ji tere telefonê bînin. Min ev daxwaz qebûl nekir. Bi zorê telefon û pere dan min. Roja din jî bi heman awayî berdewam kir û pirsên ‘tu nav bidî me’, ‘di rêxistinên terorê de kî dixebitin, kî alîkarî dike’ji min kirin. Careke din mirovên min ên ji bûyerê bê xeber pirs kirin. Min careke din dubare kir û got ez kesê nas nakim û daxwaza wan qebûl nakim. Roja din li bavê xwe geriyam û min bûyerê jê re got. Me serlêdana cihên pêwîst kir. Telefon û pereyê ku dan min, me da dozgeriyê. Piştî dozgeriyê ez çûm ÎHD’ê min serlêdana giliyê kir. Ez xwendevan im û vê binpêkirina mafan qebûl nakim. Ev ferzkirina mirovek di halê xwe de dijî, bi temamî ne hiqûqî ye. Li dijî vê bêhiqûqiyê ez ê li mafên xwe bigerim.”

Emniyetê ji malbatê re got: Fêmkirinek xelet çêbûye!

Piştî serlêdana dozgeriyê, ji miduriyeta emniyetê polîsek li bavê jina ciwan geriya û jê re got: ‘Em rica dikin mijarê mezin nekin. Fêmkirinek xelet çêbûye. Em lêborînê dixwazin’ hat zanîn ku li ser gotina bav a ‘çima we telefon daye’, bi gotina ‘telefona wê nîn bû ji bo bi we re biaxive me telefon dayê, me xwest em başî bikin.’ bersiv daye.

ÎHD: Em şopdar in!

Der barê mijarê de şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Sêrtê (ÎHD) serlêdana ku jê re hatibû kirin, ragihand û diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan wê şopdarên pêvajoyê bin û wê di aliyê hiqûqî de hemû serlêdanan bikin.