Li Wanê di salvegerê de sê jinên şoreşger hatin bibîranîn

TJA’yê li Wanê bi çalakiyekê 3 şoreşgerên jin ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û peyama ku di her qadê de wê têkoşîna wan berdewam bikin dan.

Wan- Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi boneya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Robjîn) ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiya bîranînê ya ku li ŞanoWanê hat lidarxistin de, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), bernamzedên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Aryen, Komeleya Lêkolîna Çand û Hunerê ya Ziman (ARSÎSA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bûn.

‘Tu zextan gav bi me paşve nedaye avêtin’ 

Beriya bername dest pê bike cihê bernameyê bi qurnefîl, find û wêneyên sê siyasetmedarên Kurd hat xemilandin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî guhdarkirina helbestan li ser navê TJA'yê parlamentera DEM'ê ya Wanê Gulderen Varli axivî. Gulderen Varli, diyar kir tevî 11 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûye jî hê kujer nehatine eşkerekirin û wiha got: “Em dizanin ku bi MÎT’ê re 3 hevalên me yên jin û hevriyên me hatine qetilkirin. Di encama polîtîkayên sedsalan ên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin.” Gulderen Varli, destnîşan kir ku qetilkirina rêheval Sakîne Cansiz bandorek mezin li ser jinên Kurd û ciwanên Kurd çêkiriye û wiha axivî: “Têkoşîna Sakîne têkoşîna jinan bû. Gelê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de rastî gelek komkujiyan hatiye. Lê tu zextan bi me paşve gav nedaye avêtin. Yên ku ev komkujî kirin bila bizanibin ku em kesên bi şehadeta xwe jî ji nû ve heyî dibin."

‘Têkoşîna Sakîne rê nîşanî me dide’

 Gulder Varli, diyar kir ku Sakîne Cansiz sembola jinên Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Têkoşîna Sakîne rê nîşanî me dide. Li dijî van êrîş, îşkence û polîtîkayên ferzkirina koçberiyê em ê her dem têkoşîna xwe mezin bikin. Berdêl çi dibe bila bibe, em amade ne ku vê berdêlê bidin. Sakîne û rêhevalên wê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim. Ez bi rêzdarî li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim." Çalakiya ku dirûşmên "Şehîd Namirin" hat berzkirin, bi nîşandana sînevîzyona têkoşîna 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin bi dawî bû.