Li Urmiyê 8 jê jin 16 ciwan rastî eşkenceyê hatin
Derket holê ku 8 je jin 16 ciwanên ku bi îdiaya endama “Ciwanên Taxên Urmiyê” hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyê hatine.

Navenda Nûçeyan – Di serhildanên ku Îlona sala borî li Îran û Rojhilatê dest pê kir de, li ser polîtîkayên zext, girtin û binçavkirinê yên hikûmetê, fîşkirin jî hat zêdekirin. Îşkencekirina kesên ku bi hinceta tevlî serhildanê bûne tên binçavkirin her roj bi bûyereke nû tê belgekirin.
Di mehên derbasbûyî de der barê 25 ciwanan de bi hinceta ku endamên “Ciwanên Taxên Urmiyê ne” doz hatibû vekirin. Di çarçoveya heman dosyayê de hat hînbûn ku der barê 8 ê jin 16 ciwanan de jî doz hatiye vekirin. Dema 16 kes hatin girtin, hat ragihandin ku di nav wan de keçeke bi navê Samaneh Fethî ya 15 salî jî heye. Rêxistinên mafên mirovan eşkere kir ku 16 ciwan weke "endamên rêxistinê" hatine pênase kirin û di binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatine.