"Li Urdunê ji sedî 97 kesên ku beriya 18 saliya xwe zewicî ne niha bêkar in"

Komeleya Enstîtuya Piştevaniya Jinan a Urdunê a bi navê “Hevgirtin” pişterast kir ku ji sedî 97’ê jinên ku beriya temenê wan bibe 18 salî zewicîne, niha naxebitin û rêjeya kesên ku dixebitin jî ji sedî 1,9 derbas nake.

 
Navenda Nûçeyan- Komeleya Enstîtuya Piştevaniya Jinan a Urdunê "Hevgirtin" di 12'ê Îlonê de wekî raporêk lêkolînê eşker kir ku jinên beriya 18 saliya xwe zewicîne niha kar nakin û berê rêjeya wan a karkirinê ji sedî 1,1’e bû lê niha ji sedî 1,9' e.
Anketa lêkolînê bi sernavê "Di sînordarkirina zewaca biçûkan de rola pîvanên dayîna destûra zewacê ji bo kesên di bin 18 saliyê de ne" rakiribû. Ev anket bi piştgirîdayina Komîteya Alîkariyê ya Navneteweyî hat kirin û tê de nêzî 266 jinan ji bajarên cuda yên welat cih girtin. Her wiha anket jinên Sûriyeyê yên ku temenê wan 15 heya 27 salî ne, ji sedî 50,4 û jinên Urdunê ji sedî 49,6 temanê 18 salî yanî bi giştî jî beriya 18 saliya xwe dizewicin.
Rêjeya herî zêde kesên emenê wan di navbera 15 û 19 salî de ye
Di anketê de hat destnîşankirin ku rêjeya beşdarbûna aborî ya sala 2019'an gihîştibû ji sedî 34,3 û ji wan ji sedî 14 jin in û yên din jî mêr in, ev jî tevahiya niştecihên Urdunê ku temenê wan ji 15 salî zêdetir e. Rêjeyên ku ji hêla komeleyê ve hatin destnîşankirin di anketa bi hejmara salane ya ji hêla beşa hejimarê ya giştî ve hatibû weşandin hatiye diyarkirin ve hevgirtî ye. Di anketê de hatibû destnîşankirin ku rêjeya herî zêde ya karkerên jin di temenê di navbera 30 û 39 salî de gihîşt ji sedî 35,9 û dûre rêje dest pê dike ku kêm dibe û digihîje ji sedî 10 di koma temenê di navbera 45 û 49 salî de û rêjeya herî kêm jî di koma temenê di navbera 15 û 19 salî, gihîş ji sedî 0,6’ e.
Ji sedî 7,3 xebatkarên jin nexwendî ne
Li ser asta perwerdeyê, anketa lêkolînê destnîşan kir ku ji sedî 7,3 xebatkarên jin nexwendan e û ji sedî  6,9 ji wan bawernameyên navîn girtine û rêjeya kesên ku xwadî pilêya lîsansê ne ji sedî 18,7 e. 
Li gorî sala 2019'an rêje ji sedî 1,2 zêde bû
Rapora salane ya sala 2020'an destnîşan kir ku bûyerên zewaca di temenê biçûk de gihîştiye 7,964 peymanên ji bo keçên temenbiçûk û 194 peymanên ji bo kurên piçûk in. Dema ku rêjeya zewaca zarokan bû ji sedî 10,6 bû yan jî 7,224 peyman, ev ji li gorî sala 2019'an ji sedî 1,2 zêde bû.