Li Tûnisê wê tundiya li dijî jinê bê protestokirin

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, wê tundiya li dijî jinan a zêde dibe bi meşê protesto bike. Jinên ku diyar kirin rayedar ji bo pêşîgirtina li tundiyê tedbîrên pêwîst nagirin û gotin ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî tundiyê têbikoşin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Li herêma Cebel El-Ahmer a Tûnisê, mêrekî jina ku di pêvajoya hevberdanê de bû, diya wê û apê wê qetil kirin. Derket holê ku jina hatiye qetilkirin beriya niha ji ber ji aliyê hevjînê xwe ve bi amûra birînê hatiye birîndarkirin û gefa mirinê li hatiye xarin serî li navenda ewlehiyê daye lê der barê kiryar de tu tedbîr nehatine girtin. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê ku bûyer şermezar kir, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku sedema yekemîn a zêdebûna tundiya li dijî jinan feraseta baviksalar e û wiha got: "Ya duyemîn jî li navendên ewlehiyê bi cih nehatina daxwazên parastinê yên jinên rastî tundiyê tên e."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rayedar ji bo parastina jinan ji tundiyê tedbîrên pêwîst nagirin, hat destnîşankirin ku di sala 2023'an de 25 jin hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de ji bo tevahî jinan banga tevlibûna meşa ku wê îro saet di 21.00’an de li ber Navenda Guhdarkirin û Rêhbertiya Mexdûrên Tundiyê bê lidarxistin hat kirin.

'Divê cezayên giran li kiryaran werin birîn’

Yek ji jinên ji ajansa me re axivî Faten Abdel Kafî, diyar kir ku divê li dijî qetilkirina jinan bi hemû hêza xwe têbikoşin û wiha got: “Divê ji bo pêşîgirtina cinayetên jinan, li kiryaran cezayên bi bandor bên birîn. Divê hikûmet ji bo rawestandina van sûcan zagonan bi cih bîne. Mînak, zagona bi hejmara 58’an li Tûnisê nayê bicihanîn. Jina ku rastî êrîşa zayendî tê, dema diçe navendên ewlekariyê, kesek namîne ku giliya xwe bike. Berevajî vê, heta ku neyê qetilkirin kes ji wê bawer nake.”

'Hebûna aboriya jinan gelek girîng e'

Aktîvîsta jin Lilia Al-Alawinî jî diyar kir ku ji bo Navenda Guhdarkirin û Rehberiyê hejmarek zêde bûyerên tundiyê tên û wiha axivî: “Ji bo jinên tên navendê ji bilî piştgiriya derûnî, piştgiriya hiqûqî tê kirin û dozên jinan tên şopandin. Her roj mexdûrên jin tên. Lilia Al-Alawinî, destnîşan kir ku di aliyê aborî de bihêzkirina jinan berpirsyartiya hikûmetê ye û da zanîn jinên di aliyê aborî de hatine bihêzkirin, der barê jiyana xwe de hêsantir biryaran digrin.