Li Tûnisê tundiya li ser jinan zêdebûye
Seroka Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, Yisra Ferdos, eşkere kir ku tundiya li ser jinan du qat zêdetir bûye û îradeya siyasî li hemberî vê tundiyê tiştekî nake.
Tûnis - Yisra Ferdos diyar kir ku bi gelemperî polîtîka û şîdeteke zêde bi awayekî giştî heye û bal kişand ser şîdeta li hemberî parlamenter û rojnamegerên jin û hemû jinan tê kirin.
Yisra teqez kir ku dezgehên qanûnî li welat têrê nakin, ji ber ku ew cudekariya di navbera jin û mêran de li ber çavan nagirin û bin pê dikin. Heya zagona bi hejmara 58 îro hewl didin biguherînin û lawazbûna îradeya siyasî û hizbî ya li Tûnisê êş mezintir kiriye.