Li Tûnisê pêşnûmeqanûna ji bo dirêjkirina betlaneya jidayikbûnê
Malika Bedjaoui diyar kir ku ev pêşnûme dê cudahiya di navbera dayikên karker ên di beşa taybet de û hevtayên wan ên di beşa giştî de ji holê rabike, di heman demê de di her du beşan de betlaneya jidayikbûnê û zikmakî zêde dibe.
Tûnis- Rêvebera Karûbarên Malbatê ya Wezareta Jin, Malbat, Zarok û Extiyaran Malîka Bedjaoui da xuyakirin ku wezaret li ser pêşnûmeya betlaneya jidayikbûnê û bavîtiyê di nava xebatê de ye û destnîşan kir ku armanca ew e ku cudakariya di di nava beşên giştî û taybet de çêbûye were rakirin.
Qanûna Parastina Dayikbûnê
Rêvebera Karûbarên Malbatê ya Wezareta Jin, Malbat, Zarokatî û Extiyaran, Malîka Bedjaoui, roja 19’ê Mijdarê li kêleka beşdarbûna wê di kampanyaya parêzvaniyê ya ku ji aliyê Sendîkaya Karkerên Giştî ya Tûnisê ve bi sernavê "Bihêzkirina şiyanên jinên kedkar ji bo derxistina Qanûna Parastina Dayikbûnê" hatibû destpêkirin bal kişand ser taybetmendiyên pêşnûmeqanûnê ku dê ji bo jinên ducanî 15 roj betlaneya berî zayînê bide û di rewşên ku jin rastî pirsgirêkên tenduristiyê bên de betlaneya wan dirêj bibe.
Destûra welidînê 3 meh e lê mehek jî dikare were zêdekirin
barê betlaneya jidayikbûnê ya di pêşnûmeqanûnê de, çi di beşa giştî û çi ya taybet de Malika Bedjaoui anî ziman ku dema 3 mehan tê destnîşankirin û di dema ku dayikek cêwî yan jî zarokek xwedan hewcedariyên taybet bîne, dikare mehekê zêde destûr bigre. Ger ku ew zarokek mirî bîne dinyayê, pêşnûmeqanûn meheke betlaneyê dide wê bi îhtîmala dirêjkirina mehekê ji bo rewşa wê ya tenduristî yan jî psîkolojîk.
Her wiha got ku ev projeya qanûnê dê bihêle ku dayik û bav piştî zayînê betlaneyê bigrin ku dibe heta 4 mehan be lê bi şertê girtina nîv an çaryeka mûçeyê xwe.
Li Tûnisê zagon li gorî standartên navneteweyî dê werin guhertin
Hêjayî gotinê ye ku proje hewl dide qanûnên Tûnisê bi standardên navneteweyî, bi taybetî "Peymana 183" a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya li ser parastina dayiktiyê li hev bîne.
Projeya zagonê dirêjkirina betlaneya jidayikbûnê ji bo 14 hefteyan di beşa giştî û taybet de dide, li hemberî 10 hefte di beşa giştî de û mehek di beşa taybet de.
Her wiha di pêşnûmeqanûnê de hatiye destnîşankirin ku mafê "saeta şîrdayînê" di beşa giştî û taybet de ji bo 12 mehan, li gel 9 mehan di beşa giştî û 6 mehan di beşa taybet de hatiye zêdekirin.