Li Tûnisê krîza azadiya ramanê kûrtir dibe
Li Tûnisê di bin pêşengiya însiyatîfa "Nafas" de meşek bêdeng bi armanca şermezarkirina zextên zêde yên li ser çapemeniyê Tûnisê hat lidarxistin. Di meşê de hat xwestin ku destkeftiyên şoreşê werin parastin.
Tûnis — Beşdarên meşa bêdeng diyar kirin ku ew zexta zêde ya li ser azadiya ramanê red dikin û pêvajoyên dadwerî yên rojnamevan û çalakvanan hedef digrin şermezar dikin û dan zanîn ku Fermana Hejmar 54 bûye amûrek tepeserkirinê û tekez kirin ku parastina azadiya ramanê ji bo vegerandina hawirdoreke demokratîk li Tûnisê girîng e.
Di salên dawî de medyaya Tûnisê bi awayê gelek neyînî bi veguherînên re rûbirû ma. Piştî şoreşa 2011’an, rewşa ku di asteke bilind de bi rengê azadî û pirrengiyê bû, hêdî hêdî veguherî pergala tepeserkirinê, çarçoveya rexne û hesabdayînê teng kir. Ev tengbûn, nemaze bi zêdebûna bikaranîna fermanên qanûnî wekî amûreke sansurê, bûye sedema kêmbûnek cidî di rola çavdêriya medyayê û mercên xebatê yên bi tirs û dudulî afirand.

Fermana Hejmar 54 bûye gefek
Fermana Hejmar 54 a der barê têkoşîna li dijî sûcên têkildarî pergalên agahdarî û ragihandinê de wekî nîşaneya herî berbiçav a vê kêmbûnê derdikeve pêş. Xalên wê yên ne zelal ku rê didin rojnamevan û nivîskar bi tohmeta "belavkirina nûçeyên derew" an "xerabkirina ewlehiya giştî" werin darizandin, ji bo kesên ku di vê bazarê de dixebitin bûne gef.
Li dijî kiryarên xirab li Tûnisê meşek hat lidarxistin
Li dijî vê rewşê însiyatîfa "Nafas" roja Înê, 5’ê Hêzîranê, li Tûnisê meşek bêdeng li dar xist. Di meşê de demuameleya xirab a li hemberî rojnamevanan, zexta li ser medyayê û paşketinên ku ji ber fermanên zextê yên li ser çapemeniya Tûnisê çêbûne, hatin şermezarkirin.
‘Rojnamevan ji ber karê xwe hatin girtin’
Nours el-Hammadî ya endama însiyatîfê got ku ev xwepêşandan bertekek li hemberî xirabûna maf û azadiyê ye li Tûnisê, bi taybetî azadiya derbirînê ku di salên dawî de zêde kêm bûye.
Hammadî diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya girtin û pêvajoyên dadwerî yên rojnamevan û xebatkarên medyayê hedef digrin de pêk hatiye û bi bîr xist ku rojnamevan Ziyad el-Hanî hê jî ji ber ku pîşeyê xwe dike girtî ye. Her wiha destnîşan kir ku Murad ez-Zugidi û Burhan Besîs hê jî girtî ne û Murad ez-Zugidi ji ber "bêedaletiya" ku pê re rû bi rû dimîne dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bi tekezkirina ku maf nayên parçekirin, Hammadî diyar kir ku azadiya derbirînê nikare ji mafên aborî, civakî û jîngehê cuda were hesibandin.
‘Ji bo ku dengê gele Gabesê were bihîstin dê xwepêşandanek were lidarxistin’
Hammadî diyar kir ku ev çalakî bi Roja Cîhanî ya Jîngehê re hevdem bûye û ragihand ku dê li ber kompleksa kîmyewî xwepêşandanek were lidarxistin da ku dengê xelkê Gabesê were bihîstin. Her wiha rexne li gotinên nefretê yên li dijî koçberan li ser medyaya dîjîtal kir û destnîşan kir ku vîdyoyên zordariyê li dijî koçberan teşwîq dikin tên belavkirin û ev nîşaneyek xeternak a nijadperestiyê ye.
Hammadî got ku Tûnisî ji bo bidestxistina azadiya ku bi şoreşê çêbûye, pêdiviya wan bi ‘bêhngirtinê heye’ û bang kir ku dawî li serpêhatiyên ewlehî û dadwerî yên dengê kesên nerazî û serbixwe hedef digrin were anîn. Hammadî rayedaran ji ber xirabûna jîngeha mafên mirovan berpirsiyar girt û tekez kir ku divê dewlet erkên xwe yên têkoşîna li dijî êrîşên nijadperestî bi cih bîne.
Endama Partiya Destûra Azad Besma Muhammed axivî û wiha got: "Îro em ji bo Tûnisê, ji bo rastiyê li vir in. Girtin çareserî nîn e. Girtina rojnamevan, çalakvan, siyasetmedar û seroka partiya me Ebîr Mûsa nîşan dide ku ew ji me ditirsin. Ebîr Mûsa di zindanê de ye ji ber ku ew ji Tûnisê hez dike, li ser wê fikar dike û li ser navê gel diaxive. Divê qanûnên ku mirovan digrin werin betalkirin. Divê kes ji ber ramanên xwe yan jî daxuyaniyên ku dide neyê girtin."

‘Ji ber ku Ebîr Mûsa rexne li komîsyona hilbijartinê kir hat girtin’
Besma Muhammed diyar kir ku rewşa giştî li dijî zextê tedbîran ferz dike, nemaze heya ku Fermana Hejmar 54 di meriyetê de bimîne. Her wiha nerazîbûna xwe ya li ser girtina rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanan anî ziman û got ku ev yek bi hêviyên Tûnisiyan ji bo dewletek demokratîk re bi nakok e û wiha domand: “Girtina seroka Partiya Destûra Azad Ebîr Mûsa û parêzerek, ji ber ku wê rexne li komîsyona hilbijartinê kiriye bû. Wê biryarên komîsyonê şermezar kir, got ku ev nîşaneyek xeternak a sînordarkirina muxalefeta aştiyane û mafê derbirîna ramanan e û aliyên wê yên siyasî hene. Vê rewşê di warên siyasî û mafên mirovan de nezelaliyê çêkiriye. Divê ku li dijî hedefgirtina kesên ku dengê xwe derdixin hişyarî hebe. Divê qanûnên ku azadiya derbirînê sînordar dikin ji nû ve werin nirxandin.”

‘Azadî ne tenê mafekî şexsî ye’
Sosyolog, femînîst û çalakvanê mafên mirovan Necat Ararî azadiya derbirînê bi hebûna mirovan ve girêda û got: "Azadî ne tenê mafekî siyasî ye; tekane rê ye ku kesek, çi zarok be çi mezin be, cîhana xwe ya hundirîn, tirs û hêviyên xwe îfade bike."

Necat Ararî destnîşan kir ku di nebûna vê qadê de, kes dê rêbazên ragihandinê bi hawirdora xwe re winda bikin ku ev yek dibe sedema xwevekişandin û dûrketina ji rastiyê.
Necat Ararî rewşa medyayê ya heyî wekî "daketineke profesyonel" bi nav kir û diyar kir ku weşanên medyayê, li şûna fikarên gel nîşan bidin, veguheriye propagandaya yekalî ku xizmetê ji rojevên teng re dike. Wî îdia kir ku medyayê, ji "dengê gel" veguherîne "amûra pêşvebirinê", qada giştî xizan kirine.
Necat Ararî tekez kir ku reforma rastîn bi avakirina medyayek giştî ya bi tevahî serbixwe mumkun e û diyar kir ku armanca wan ne tenê afirandina platformên ji bo nîqaşê ye, pêşxistina diyalogeke neteweyî ya rastîn e, beşên cihêreng ên civakê beşdar bibin. Necat Ararî di dawiyê de got ku bi hişmendiyeke kolektîf dê mirov bikaribe pirsgirêkên ku civak pê re rû bi rû ye çareser bike.