Li Tûnisê jin neçûn ser sindoqan: Têkçûneke dijwar a desthilatdariyê
Di hilbijartinên giştî yên li Tûnisê de ji sedî 92ê hilbijêran bi neçûna ser sindoqan boykot kirin. Jinên ku beşeke girîng a vê sedî pêk tînin, encamên hilbijartinê weke "binkeftinek mezin" ya hikûmetê bi nav kirin.

NEZIHA BOSEIDI
Tûnis – Komeleya Dengê Jinê têkildarî hilbijartinên giştî yên Tûnisê yên di 17’ê Kanûnê de ji aliyê gel ve hatin boykotkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku sedema neçûna ser sindoqan berteka li dijî desthilat û zagona nû ya hilbijartinê ye ku jinan û gel paşguh dike, rêxistinên civaka sîvîl ji nedîtî ve tê.
'Hilbijartinek binkeftî ye'
Di daxuyaniyê de derbarê encamên hilbijartinê ku weke “binkeftinek mezin” hatin binavkirin de wiha hat gotin; “Beşdarbûna kêm a hilbijartinan encama binkeftina mezin bû. Em ji pêvajoya tevaya hilbijartinan û rewşên li ser kêmbûna beşdariyê xemgîn in, ji ber ku binkeftinek mezin ya ku bi encamên kêm beşdarbûnê tê îfade kirin, encameke neçarî ye.
Rêjeyên kêm ên beşdarbûnê wergerek zelal a rewabûna gel a parlamentoya pêşeroj e, berevajî tiştê ku desthilatdariya desthilatdar dixwaze bawer bike. Encamên van hilbijartinan û beşdarbûnê carek din hate eşkere kirin ku desthilata cîbicîkar ji jin û mêrên Tûnisî di çarçoveyeke cuda de ye û ji xemên xelkê dûr e. Bêguman ev hilbijartinek têkçûyî ye."
Seroka Yekitiya Neteweyî Radiya Jerbî ku me nêrînên wê yên di derbarê mijarê de girtin, diyar kir ku jin di boykotkirina hilbijartinan de bi bandor bûn.
Meclîsa sembolîk
Radhia Jerbî, anî ziman ku ew ne weke berteka li hemberî qanûna nû ya hilbijartinê beşdarî hilbijartinê nebûne, sedemên din jî wiha rêz kir; "Sedema duyemîn a beşdarbûna qels ew e ku jin di demekê de hest dikin ku mafên wan di bin metirsiyê de ne, ji ber ku dizanin ku hin destkeftiyên wan bi destûra bingehîn hatine garantîkirin ku bêne parastin, lê yasaya hilbijartinan ku bandorê li ser wê dike, wan destkeftan dixe metirsiyê. Meclîsa ku tu rola wê tunebe dê bê avakirin lewma me ew boykot kir."
Radhia Jerbî da zanîn ku hikûmet dixwaze dengê jinan qut bike û wiha got: "Me fêm kir ku dema ku qanûna hilbijartinê hat derxistin dê meclîs mêrane be, di civaka baviksalarî de jî dê destkeftiyên jinan bên paşguhkirin. Tevî ku jin û mêrên bi kalîte hebûn. Ji ber zagona nû hatin hilbijartin. Îro em behsa cudakariya pozîtîf dikin. Em behsa cudakariya erênî dikin. Pêwîste ji bo jinan jî derfet bên peydakirin."