Li Tûnisê 7 jinên ku hikûmetê rexne kirin hatin girtin

Li Tûnisê ku roj bi roj azadiya îfade û ya çapemeniyê kêm dibe, jinan bertek nîşanî girtina 7 aktîvîstên jin ên ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hikûmetê rexne kirin, dan û diyar kirin ku ev li dijî medya û azadiyan pêngavek piralî ye.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Piştî ‘Şoreşa Yasemîn’ a ku di sala 2011’an de li Tûnisê pêk hat, gavên li ser navê demokrasiyê hatin avêtin û rêziknameyên qanûnî yên di vê pêvajoyê de yan hatin paşxistin an jî hatin paşguhkirin. Piştî sala 2019’an di qanûnên ku li ser kaxezê man, bi hinek guhertinên ku hatin kirin, azadiya çapemenî û îfadeyê bi tevahî hat astengkirin. Li Tûnisê “Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Neteweyên Yekbûyî” ku weke yek ji belgeyên navneteweyî yên herî girîng ên pîvanên gerdûnî yên mafên mirovan û demokratîkbûnê diyar dike tê pejirandin, îmze kir, fikarên li ser azadiyan roj bi roj zêde dibin.

Tûnis ku di sala 2023’an de di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) de di rêza 94’an de cih girt, îsal derket rêza 118’an. Li welatê ku azadiya çapemenî û îfadeyê tê astengkirin, rojnamevanên bi navê Şazî El-Hac Mubarek, Ziyad El-Hanî û Xelîfe El-Kasimî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin.

Li Tûnisê gelek aktîvîstên ku herî dawî li ser platformên medyaya dîjîtal fikrên xwe parve kirin, hatin binçavkirin, girtin û der barê wan de doz hat vekirin. Parêzvanên mafan di çarçoveya Biryarnameya Serokomariyê ya bi hejmara 54’an a ku azadiya îfadeyê sînordar dike de tên darizandin.

Parêzvanên mafên mirovan bi bîr xistin ku azadiya çapemenî û îfadeyê bi qanûnên Tûnisê tê garantîkirin û gotin: “Piştî 2 salan me bawer kir ku em ji zilmê rizgar bûne. Biryarname amûrek e ji bo tasfiyekirina medyayê rexnegir û qada siyasî ye.”

Rojnamevan û parêzvanên mafan, bertek nîşanî vê mijarê dan û diyar kirin ku pêknehatina qanûnan û girtinan ji bo pêşeroja welat metirsîdar e.

‘Kêmbûna atmosfera azadiyê wê bibe sedema tunebûna jiyana azad’

Rojnamevan û parêzvana mafên mirovan Hawla Bukerîm, xala 115’an a ku pîşeya rojnamevaniyê diyar dike bi bîr xist û diyar kir ku ev xal di warê azadiya îfade û çapemeniyê de welat gelek pêşve biriye û got: “Em kaosê naxwazin û em li dijî heqaretkirina mirovan û bikaranîna azadiyê bi awayekî kaotîk, hestiyarî yan jî bê xem in. Li ser vê bingehê, cebilxaneyek me ya qanûnî ku em dawî li her kesê ku Qanûna 115’an de derbas dike, heye. Kêmbûna hewaya azadiyê wê bibe sedema qetilkirina jiyana azad. Rojnamevaneke profesyonel divê bêguman xwedî exlaqê pîşeya rojnamevaniyê be. Rêgezên pîşeyê zelal in, ji ber vê yekê ez wek rojnamevanek di rexnekirina desthilatdaran de bêsînor nîn im. Divê ez heqaretê nekim.  Ev ji bo siyasetmedar û welatiyan jî derbas dibe. Hempîşeyên min jî bala xwe didin vê yekê. Rêveber nikarin xwe ji rexneyê dûr bixin.”

7 aktîvîst hatin girtin

Parêzvana mafên mirovan Monia Bin Jmai bal kişand ku girîngtirîn destkeftiyên şoreşê azadî û avakirina medyayên piralî û azad in, bi bîr xist ku di van demên dawî de aktîvîst, rojnamevan û dadwerên jin ji ber helwestên xwe yên siyasî hatine cezakirin. Monia Bin Jimai diyar kir ku herî dawî 7 aktîvîst şandin girtîgehê û got:

“Ev gav li dijî qanûnên Tûnisê û navneteweyî ye. Em qanûna 58’an a ku li dijî tundiyê têdikoşe ji bîr nekin. Ev qanûn wek qanûnên din nayên pêkanîn. Em bi van girtinan dibînin ku tişta balê dikşîne ev e ku ev tundî ji aliyê dewletê ve tê kirin. Ji ber nêrînên ku nagihîjin asta zirarê, zextên li ser aktîvîstên jin berdewam dikin. Ev rewş ji bo siberoja welat jî ne rast e. Ev hemû ji zîhniyeta mêr a ku ji îstîsmara li hemberî jinan xwedî dibe, derdikeve. Belavbûna hemû cureyên tundiyê li hemû qadan bi zayendperestiya civakî ve girêdayî ye. Bi taybetî jî xirabûna rewşa aborî û pirsgirêkên siyasî rê li ber êrişên li dijî jinan vekirine.”