‘Li Tirkiyeyê ji 5 zarokan yek weke karker tê xebitandin’
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek weke karker tê xebitandin û got: “Zarok, ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.”
Navenda Nûçeyan- Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îhsan Seylan, bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê li navenda giştî daxuyanî da. Îhsan Seylan, di serî de ji bo zarokê 11 salî Ahmet Dîren Turan Haskiro ku ji asansora cihê kar ket xwarê jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên weke karkerên demsalî dixebitîn û jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. Îhsan Seylan, got ku divê berpirsyarên herdu bûyeran bên darizandin.
‘Zarok ji çavbirçîtiya ji bo qezencê jiyana xwe ji dest didin’
Îhsan Seylan diyar kir ku Rêxistin Kar a Navneteweyî (ILO) ‘12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê’ îlan kiriye, 22 sal li pey xwe hişt û wiha got: “Li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina karkeriya zarokan tedbîrên pêwîst nayên girtin. Ji Efrîqayê heta Asyaya Pasîfîk, ji Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, bi milyonan zarok weke karker tên xebitandin, keda wan tê xwarin û ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.”
‘Li Tirkiyeyê ji 5 zarokan yek karkeriyê dike’
Îhsan Seylan da zanîn ku li gorî daneyên ILO; li seranserî cîhanê zêdetirî 160 milyon zarokên karker hene û wiha domand: “Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker roj bi roj zêdetir dibe. Her çendî gelek guman li ser pêbaweriya TUÎK’ê hebin jî li gorî daneyên wê li Tirkiyeyê zêdetirî 850 hezar karkerên zarok hene. Li gorî daneyên sendîkayan jî zêdetirî 2 milyon karkerên zarok hene û ev hejmar di demsala havînê de 4 milyonan derbas dike. Ango li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yekê kirine karker. Ji 3 zarokên kur yek jê karker e. Ev dane tenê yên aydê zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de ye. Têkildarî zarokên di bin temenê 15 salî de nehatine parvekirin. Her wiha zarokên penaber jî ne di nava van îstatîstîkan de ne.”
‘Sedema karkirina zarokan kapîtalîzm e’
Îhsan Seylan diyar kir ku sedema bingehîn a karkirina zarokan kapîtalîzm e û got: “Li Tirkiyeyê karkerên zarok weke hêmayeke hilberînê li ser lingan digre tên nirxandin. Yek ji welatên herî zêde bêtemînatî, kedxwarî û bêtedbîrî lê heye Tirkiye ye lê dîsa jî ev pirsgirêk nayê dîtin.”
‘Di nava hefteyek de zarokek karker jiyana xwe ji dest dide’
Îhsan Seylan diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê rê li ber zarokan vedike ku di karên xeternak de, di nava şert û mercên bê qeyd û bê ewle de bên xebitandin û got: “Lewma hejmara zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin. Îqtîdara AKP’ê ji bo qezenca sermayedaran domdar be û çavbirçîtiya wan a qezencê domdar bike, serî li polîtîkaya necezakirinê dide. Ev jî rê li ber mirina zarokan vedike. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 11 salan dawî de herî kêm 689 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Ango di her 6 rojan de zarokek dema dixebite jiyana xwe ji dest dide.”
‘Bi riya MESEM’an rastî îstîsmara kedê tên’
Îhsan Seylan Seylan, anî ziman ku di sala 2012’an de pergala 4+4+4 di perwedeyê de ketiye meriyetê û wiha got: “Bi vê pergalê re sepanên berhoste û stajyerê ketine meriyetê. AKP’ê mafê perwerde û jiyanê yê zarokan tune hesiband û rê li ber karkerkirina zarokan vekir. Vê jî rê li ber kedxwariya zarokan û îstîsmarê vekir. Nêzî 2 milyonan xwendekar li MESEM’an dimînin û ev yek zarok xistine xizmeta sermayedaran û tên xebitandin.”
Herî dawî jî Îhsan Seylan gavên divê li dijî karkirina zarok were avêtin rêz kir;
*Divê polîtîkaya perwerdeyê ya ku zarokan weke hêza erzan a kar dibîne û bingeha vê amede dike bên bidawîkirin.
Têkildarî xizaniya zarokan û karkerkirina wan divê daneyên zanistî û jêbawer bi raya giştî re bên parvekirin.
Li kes û saziyên zarokan didin xebitandin divê cezayên giran bên birîn.
Ji bo pêşîlêgirtina xebitandina zarokan a derqanûnî hewce ye tedbîr werin girtin, venêrînên bi bandor hebin û mewzûat bikevin meriyetê.
Hewce ye tevahiya zarokan bi awayekî bêpere ji hêla tenduristiyê ve bên kontrolkirin. Derfetên bi tendurist ên xwarin û vexwarinê ji wan re bên veqetandin.
Divê mafê tenduristiyê yê zarokan neyê xespkirin.
*Ji bo azadiya zarokan wê têkoşîna me bidome.”