Li Tirkiye û Kurdistanê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok hatin qetilkirin

Li Tirkiye û Kurdistanê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk jî li ser mijarê got: “Çawa ku ne tenê rojekê, her kêliyê her roj tundî heye, li dijî wê tundiyê têkoşînek mezin heye.”

DELAL SARI

Nevenda Nûçeyan – Hemû şêwazên tundiyê, çi di nava mal û malbatê de û çi jî di nava gel de, binpêkirina mafên mirovan in ku şopên kûr li ser jinan dihêlin. Ji ber newekheviya jin û mêr li hemû cîhanê tundiya mêr-dewleta li ser jinan didome.

Jin li parêzgehên Tirkiye û Kurdistanê rastî tundiya sîstematîk tên, kevneşopiyên ku tundiyê xurt dikin tên destekkirin, tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê nayên sepandin, darizandinên adil nayên kirin û sûcdar cezayê ku heq dikin nagirin. Jin carna ji aliyê zilamên ku nas nakin ve û carna jî ji hêla zilamên herî nêzî wan ve rastî tundiyê tên.

Hewldana jiyana jinan xala herî dawî ya tundiyê ye. Jin bi hincetên curbecur ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, weke ku dixwazin dev ji hev berdin, nezewicin an jî di nav têkiliyê de ne, dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, kincên ku dixwazin li xwe bikin, an jî dixwazin li zanîngehê bixwînin. Kiryarên ku mafê jiyanê ji jinan distînin zilamên herî nêzî wan in. Bi gotineke din, sûcdar zilamê ku jin pê re zewicî ye, kurê wê, birayê wê, hevalê wê yê ku bi hev re dijîn, cîranê wê yê mêr, zilamê ku pê re li ber hevberdanê ye, hevalê wê yê berê yan bavê wê ye.

Mirinên bi guman baş nayên lêkolînkirin

Gelek bûyerên mirina bi guman ên jinan wekî "mirina xwezayî, qeza, xwekuştin" tên tomarkirin bêyî ku werin lêkolînkirin ka ew rastî qeza, kuştin an jî întihar e. Hatibû îdiakirin ku Şule Çet li Enqerê ji qata 20’an a plazayek xwe avêtiye û jiyana xwe ji dest daye. Bi têkoşîna jinan û malbata wê derket holê ku ew hatiye qetilkirin. Ev yek ji bo mirinên bi guman bû mînak. 

Tu îstatîstîkek ku asta tundiyê eşkere bike nayê girtin

Îstatîstîkên fermî yên tundiya li ser jinan eşkere dikin, nayên girtin. Berevajî vê, ji aliyê rojnameger û rêxistinên jinan ve ji bûyerên tundiyê yên ku herî zêde di çapemeniyê de cih digrin, dane tên berhevkirin. Yek ji kanalên ku daneyên tundiyê amade dike JINNEWS e. Li gorî daneyên ku JINNEWS'ê berhev kirine, di navbera Çile-Cotmeha 2023'an de tenê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 164 jin û 24 zarok bi guman mirine.

'Serdemeke ku tundiya mêr-dewletê zêde dibe'

Edîtora JÎNNEWS'ê Gulşen Koçak daneyên der barê tundiya li ser jinan de amade kirine nirxand. Gulşen Koçak, anî ziman ku ew di serdemeke ku tundiya mêr-dewletê her diçe zêde dibe re derbas dibin û nîşaneya herî berbiçav a vê yekê jî şerên li Rojhilata Navîn in û got:

“Mirov dikare bibêje ku ev şer, her çiqas di nava şer de bin yan na, weke tundî di aliyên cuda de vediguherin jiyana hemû jinan. Wêneyên tundiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê ku asta wê ya rast tam nîşan nade, bi rastî vê yekê ji me re vedibêje. Bîlançoya jinên hatine qetilkirin jî nirxandina qirkirinê piştrast dike. Li gorî daneyên JINNEWS’ê, tenê di 10 mehên sala 2023’an de herî kêm 428 jin jiyana xwe ji dest dane û mirina 164 ji wan jî bi guman e.”

'Tundî û sûcdar tên rawakirin'

Gulşen Koçuk destnîşan kir ku dîtina van mirin û bûyerên tundiyê yên ku piraniya wan bê qeyd in, wek îzolekirî ne bi niyeta baş e û di xala meşrûkirina tundiyê de ye û got: "Yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna daneyên tundiyê jî ev e zîhniyeta ku tundî û sûcdar meşrû dike. Ji ber vê yekê, belkî têkoşîna li dijî tundiyê herî zêde bi zihniyetê bê kirin. Ji ber vê yekê jin bi dehan sal in li qadan li dijî nûnerên vê zîhniyetê li ber xwe didin û xwe bi rêxistin dikin."

'Bertek çiqas bihêztir bibin pêşerojeke azad nêzîktir dibe'

Gulşen Koçuk, bal kişand ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ye û got: "Tevî ku 25'ê Mijdarê di warê têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê de rojeke sembolîk û girîng e jî em dikarin bibêjin ku têkoşîna îro ya jinan bi tenê ne 25 Mijdarê ye. Çawa ku tundî ne rojekê, her kêliya her rojê rû dide, em di demeke ku bi vê hişmendiyê têkoşîn mezin dibe de ne. Di van rojên ku jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dadikevin qadan, ev deng çiqas bi hêztir bibe dê pêşerojeke azad, wekhev û adil nêzîktir bibe.

Daneyên di navbera Çile-Cotmeha 2023'an de jin û zarok û kuştinên bi guman ên jin û zarokan ji nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine wiha ne:

*Di meha Çileyê de 31 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. 9 jin û 2 zarok bi guman mirin.

*Di meha Sibatê de 10 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 10 jin bi guman mirin.

*Di meha Adarê de 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin. 16 jin bi guman mirin.

*Di meha Nîsanê de 23 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. 17 jin û 4 bi guman mirin.

*Di meha Gulanê de 39 jin û 1 zarok hatin qetilkirin. 23 jin û 3 zarok bi guman mirin.

*Di meha Hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin. 24 jin û 5 zarok bi guman mirin.

*Di meha Tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 9 jin û 4 zarok bi guman mirin.

*Di meha Tebaxê de 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 21 jin û 2 zarok bi guman mirin.

*Di meha Îlonê de 32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin. 22 jin û zarokek bi guman mirin.

*Di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin. 13 jin û 3 zarok bi guman mirin.