Li Til Temir civîna 25’ê Mijdarê: Divê mêr xwe berpirsiyar bibînin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li bajarê Til Temirê civînek ku bi dehan jin û mêr beşdar bûn, hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku divê mêr xwe berpirsiyarê têkoşîn û rizgariya ji hişmendiya baviksalarî bibînin.
Til Temir – Bi bin dirûşmeya "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" rêxistina Kongra Star li hola Kinêr a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek hat lidar xistin. Di civînê de bi dehan jin û mêr ligel endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên bajar ji Kurd, Ereb û Aşûriyan beşdar bûn.
'Jin li pey 104 keşifên xwe ye, lêgerîn û têkoşîna wê didome'
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star Diyala Mustefa cûreyên tundiyê û rêbazên têkoşîna jin û mêr bihevre anî ziman û wiha got: "Jin di serdema dayiksalariyê de xwedawend bû û xwedî 104 keşif û berheman bû û civak ji biçûk heta mezin bi awayekî wekhev birêve dibir. Lê piştre mêr bi hişmendiya xwe ya baviksalar bi tundiya ku li ser jinê da meşandin, gelek hewl dida keşifên jinê bidize û bike yê xwe û kir jî. Niha jin têkoşîna vê yekê dike ku berhemên wê yên jê hatine dizîn vegerîne. Ji lewra îro jin li hember her cûre tundiya fêzîkî, derûnî, aborî, devkî, tundiya di nav malbatê û rêbazên îşkencekirin û qetilkirina jinan, di her kêliyê de têdikoşe û pêwîstiyeke wiha heye ku jin û mêr bihevre têkoşîneke hevbeş bidin meşandin."
'Pêwîste mêr xwe berpirsiyarê têkoşîn û rizgariya ji hişmendiya baviksalarî bibîne'
Diyala Mustefa guhertin û destkeftiyên ku îro jinan bidest xist wekî 'dîrokî' binav dike û wiha sedema wê bibîr xist: "Tundiya heta îro didome û ne tenê li ser jin li ser giştî civakê ye. Bê guman tundî li her welatekî bi rê û rêbazên xwe ferq dike, çawa jin li welatên Ereban ango li Rojhilata Navîn rûbirûya tundiyê dimîne, heman tişt ji bo welatên Ewropayê jî derbasdare. Lê bi hatina Tevgera Apoyî re îro hişt ku careke din jin li ser piyan bisekine û têkoşîna her sê xwûşkên Mîrabal berdewam bike. Armanca me ji têkoşîna heyî wekheviya zayendî di navbera jin û mêr de ye, ji lewra divê ku mêr jî xwe berpirsiyar bibîne têbikoşe û xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bike."
Bi kurtasî tundiya li ser jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê
Paşê endama Komîteya Perwerdeyê Zehra Emîn daneyên tundiya ku li ser jinan li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê çêbûye, ku xwe dispêre raporên NY û UNICEF wiha rêz kir: "Li gorî Ofîsa Netewên Yekbûyî yê têkildarî Sûc û Madeyên Hişber, di sala 2022’an de 89 hezar jin hatine qetilkirin. Ji van sûcan 48 hezar û 800 jin bi destên hevjîn, endamên malbat ango ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Li vir tê xuyakirin ku di her rojê debi destê yek ji malbatê 133 jin û zarokeke keç tê qetilkirin. Ji lewra li vir tê xuyakirin ku mal cihê ku jin lê jiyan dike, cihên herî ne ewle ne.
Li gorî amarên UNICEF 370 milyon jin û zarokên di bin 18 salî re, tên tecawizkirin û bi êrîşa zayendî re rê birû tên. Herwiha UNICEF diyar kir ku dibe ev amar yê herî bilind bin lê 700 milyon keç di bin 18 salî re tê zewicandin, ango her 7 xulikan zarokeke keç tê zewicandin. UNICEF bibîr xist ku piraniya wê li Efrîqiya, Asaya û Rojhilata Navîn ne ku li 30 dewletan çêdibe 230 milyon jin hatine sinetkirin û nêzî 4 milyon û nîv yê din jî di metirsiya sinetkirinê de dijîn. Li gorî rapora UNICEF 144 milyon jin li Efrîqiya, 80 milyon jin li Asya, 6 milyon li Rojhilata Navîn hatine sinetkirin û ev yek ji sala 2016’an ve biqasî 15 ji sedî zêde bûye.
Li gorî Netewên Yekbûyî ji sedî 37 jinên Ereb li Rojhilata Navîn, bi gelek cûreyên tundiyê re rû birû tên. 14 ji sedî zarokên di bin 18 salî re tên zewicandin. Li Sûriyê ji ber şer 6 milyon jin hatine koçberkirin û ev jin ji perwerde, derfetên kar û parastina tendrustiyê bê par in.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav 8 mehên derbasbûyî ji sala 2024’an de 16 bûyerên întiharê çêbûye, 15 jin hatine qetilkirin û 20 hewldanên qetikirina jinan rûda ne. Di nav van bûyeran de 20 jin ji kuştinê hatine xilaskirin. Li gorî amarên fermî jî 8 jin rastî tundî û îşkenceyê hatine. Êrîşa zayendî li ser 2 jinan çêbûye û jinek hatiye revandin.
Li herêmên dagirkirî (Efrîn-Serêkaniyê-Girê Spî) jî ji desptêka dagirkirina van bajaran li gorî amarên Rêxistina Sûrî a Mafê Mirovan di nav 5 salan de hezar jin hatine revandin, 99 jin hatine qetilkirin, 9 jin xwe întîhar kirine, 74 jin hatine tecawîzkirin. Li gorî agahiyan 11 bûyerên tecawizkirinê li Serêkaniyê a dagirkirî çêbûye 5 jê jin in. 86 kes hatine binçavkirin û 7 jin hatine qetilkirin herwiha 56 zarok hatine binçavkirin."
Paşê ji aliyê Mamoste Berfîn Namo ve name û rapora Çalakgera fedaî Asya Alî ve hat xwendin.
Civîn bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.