Li Tehranê di 6 mehan de 23 hezar bûyerên destdirêjiya li dijî zarokan

Li gorî Rêxistina Refaha Civakî ya Îranê, ji destpêka salê ve li Parêzgeha Tehranê zêdetirî 23 hezar bûyerên destdirêjiya li zarokan hat raporkirin. Ev dane, beşek ji zêdetirî 43 hezar bangên hemwelatiyan ên bi xeta alîkariya awarte ya civakî pêk tînin.

Navenda Nûçeyan – Pisporên Rêxistina Refaha Civakî ya Îranê, ragihandin ku ji destpêka salê û vir ve li Parêzgeha Tehranê ji aliyê hemwelatiyan ve li ser xeta alîkariya awarte ya civakî (123) zêdetirî 43 hezar bang hatine kirin. Zêdetirî 23 hezar ji van bangan bûyerên destdirêjiya li zarokan bû. Ev îstatîstîka bilind, li paytextê belavbûna berfireh a tundiya li dijî zarokan nîşan dide.

Li gorî pisporan, mijarên herî zêde yên bangên hatine kirin ev bûn: Nakokiyên malbatî, destdirêjiya li zarokan, hewldanên xwekuştinê, tundiya hevjîn, destdirêjiya li extiyaran, jinên di bin xeterê de, dayîk û bavbûna paşguhkirî û rewşa zarokên li kolanan dixebitin an dijîn.

Bêdengiya saziyên çavdêriyê û bêxemiya qeyrana malbatê

Li gorî analîstên ku karûbarên civakî dikin, zêdebûna bangên li ser xeta alîkariya awarte ya civakî ya li Tehranê, ji bilî nîşaneya zêdebûna hişmendiya giştî, nîşana qeyrana kûr a di nav malbatê de û nebûna têrkeriya avahiyên piştgirî yên Komara Îslamî ya Îranê ya mudaxeleyek bi bandor e.

Di hawirdorek ku Saziya Refaha Civakî dikare tenê mudaxeleya beşek biçûk a van dozên destdirêjiya li dijî zarokan bike de; nebûna çavdêriya têrker, kembûna personelên pispor û nebûna polîtîkayên domdar a piştgiriya malbatên nazik, dibe sedem ku piraniya zarokan di nava çerxa tundiyê de bimînin.
Li gorî daneyên hatine weşandin, di gelek bûyeran de kiryarê destdirêjiyê dayîk an jî bav e. Ev yek hewcedariya mudaxeleyên lezgîn ên derûnî, civakî û qanûnî zêdetir dike. Lê belê, nebûna pergalek piştgiriyê ya giştî, qelsiya qanûnên bibandor û nêrîna kevneşopî ya serwer a daraz û hêzên ewlehiyê, bûye sedem ku êrîşa zayendî ya zarokan li Îranê ne rewşek îstîsnaî, bibe diyardeyek rojane.

Paşguhkirina sozên navneteweyî

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, destdirêjiya li zarokan mîna her cûre tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî an jî paşguhkirina tenduristî, pêşketin an jî rûmeta zarokê dike xeterê, pênase dike. Tundiya bi vî awayî, dikare di nav malbatê, dibistanê an jî civakê de çêbibe û bandorên demdirêj li ser beden û hişê zarok bihêle.

Komara Îslamî ya Îranê ji sala 1993’yan vir ve alîgirê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (CRC) ye û li gorî bendên 19 û 34’an ya vê peymanê, mecbûr e ku hemû zarokan ji êrîşa fîzîkî, derûnî û ji destdirêjiyê biparêze.

Hişyarî: Bicîhanîna kêm û pêdiviya çalakiyek lezgîn

Danayên li qadê, nîşan didin ku Îranê sozên xwe yên navneteweyî yên li ser mafên zarokan de bi awayekî bandor pêknayne. Saziya Refaha Civakî û darazê ji budçeya têrkêr û çavdêriya serbixwe bepar e û di gelek rewşên destdirêjiya li zarokan de mexdûr ji nû ve ji cihên bêewle re tên şandin.
Pispor diyar dikin ku divê saziyên çavdêriya zarokan ên serbixwe bên damezrandin, ji dayîk û bavan re perwerdehiya mecbûrî bê dayîn û xizmetên piştgiriya civakî yên xwecihî bên xurtkirin. Berovajî vê yekê, destdirêjiya li hember zarokan dê bibe pirsgirêkek avahîsaziyê û birînên civakî.