Darên Sîmûrg ên Kirmanşanê: Zayîn, vejîn û pîrozî
Li Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê hinek darên ku wek ‘Sîmûrg’ tên zanîn, ji ber ku piştî hişk dibin li ser koka xwe ji nû ve şîn dibin, sembola mayîndebûn û pîroziyê ne.

NASIM EHMEDÎ
Kirmanşah – Ew di qirika zinarê hişk de, an jî di lutkeya çiyayek bilind de jiyana xwe didomîne, di heman demê de jiyanê dide mirovan. Koka wê dighê tebeqeya herî kûr a xakê, dikeve dilê xakê, weke ku dayîkek ji bo zarokên xwe biparêze girtiye destê xwe, xakê hembêz dike û diparêze.
Dar weke nebata herî qayîm a li ser rûyê erêdê tê pênasekirin. Lê belê di nava hemû hebûnên ku di vê dinayê de hatine avakirin de, cûrek heye ku hinek caran gelek jê hezdike, hinek caran jî tine dike, ew jî mirov e. Di demên berê de, bi hezaran salan, mirov di nav ahengek nêzî xweza û têkiliyek baş de bûn. Wisa bû ku her hêmana xwezayê, her guherîn, diyariyî xweda an jî xwedawendan dikirin. Ev pîrozî û hesta hezkirinê, heta kapîtalîzm derket ser rûyê dinyayê û xizmetên desthilata ku civak û baweriyan hawirdor texrîb nedikir, berdewam kir.
Dar pireya di navbera ax û asîman de ye
Di demên berê de di nava hemû hêmanên pîroz ên xwezayê de cihek taybet ê daran hebû. Mirov daran di navbera xwe û xûda de weke amûrekê didîtin. Bi kokên xwe dighê xakê, guliyên xwe dighê asîmanan, di navbera dinyaya made û wate de wek pireyek hebûnî disekine. Di berhemên dîrokî de, her tim rastî vê cîhê pîroz yê darê dihatin. Dar di nivîsa rolyef û mîmariyên antîk de wek sembola jiyan, bereket û dilsoziya hêza li ser xwezayê cih digre.
Di mîtolojiya Îranê de ‘Dara jiyanê’ xwedî cihek mezin e. Ev dar sembola nemirbûnê, bereketê û dilsoziya di navbera erd û asîmanan de ye. Di metnên qedîm de ‘Dara Jiyanê’ di navenda hebûnê de cih digre. Koka wê xwe dighîne kûrahiya dinyaya binerd, çiqên wê jî xwe dighînin bilindahiya asîmanan.
Şopên pîroz ên li Taq Bostan
Hinek lêkolînvan, dibêjin li zinarên Rolyef a Taq Bostan a li Kirmanşahê wêneyên dara pîroz hatine dîtin. Di van Rolyefan de, figurên darê di du aliyan de bi zarîfî hatine nexşandin.
Lê belê li Kirmanşahê hêmana dara pîroz, tenê bi van rolyefên dar re sînordar nîne. Îro jî li gelek herêmên eyaletê, darên ku gel wan pîroz dibînin, xêr didin û perçeyên potê kesk bi guliyê wan ve dikin hene.
Mînak li herêma Dalaho, mirov hinek daran pîroz dibînin. Daxwazên xwe dikin binê van daran. Jinên ku zarokên wan tune, guliyên hişk ku ji van daran digrin, bi potên kesk ve dikin yek, dikin landik, daxwaza xwe ji vê landikê re dibêjin û li dara pîroz girê didin.
Sîmûrga daran, çîroka nû ve zayîna ji xweliyê
Koka vê pîroziyê hinek caran ne di xurafeyan de ye, di berxwedana bingeha xwezayê de ye. Yek ji van çîrokan; dema darek dişewite û dibe xwelî, ji xweliya xwe cardin şîn dibe ye.
Demekê darek ku bi pîrbûn û siya xwe ya fireh rêzdariya miletek qezenc kiribû hebû. Mirov li derdora wê kom dibûn, xêr dikirin, heta ku komek fanatîk derket, vê rêzdariyê mîna ku li dijî yek xwedayî ye dît û darê şewitand. Lê belê li gorî gotinan, di bihara destpêka piştî şewatê de, beşa şewitî ku di xakê de mayî, cardin şîn bûye, bi demê re vegeriyaye darek bi hêz. Ev zayîna ji xweliyê, li dijî hilweşîna xwezayê bûye sembola serkeftinê. Ji wê rojê heta niha, gel vê darê weke ‘Dara Sîmûrg’ bi nav dikin û pîroz dibînin.
Li herêmên cûda yên Dalaho, darên pîroz ku xwedî heman çîrokan in hene. Dema yek ji van daran hişk dibe, gel guliyên wê jê dikin û bi moriyên şîn û potên kesk dinexşînin û li banê mala xwe didin. Hem ji bo rêzdariyê, hem jî ji bo ku pîroziyê bibin mala xwe. Ji ber ku hê bawer dikin ya ku jiyan daye wan, dar e.
Du ruyên mirovan; yê ku hezdike û yê ku tine dike
Jixwe ji derveyî yên ku darê weke hebûnek rêzgirtinê dibînin, ên ku wê tenê wek darekê dibînin jî hene. Hinek tebelayên reklamê bi daran ve daldiqînin, malên xwe nîşan didin, yan jî wan bi biviran jê dikin. Destikê wan biviran jî ji darên din hatine çêkirin. Ev darên ku hatine birîn piştre tên parçekirin, şewitandin û di çêkirina xwarinan de tên bikaranîn. Hinek caran mirov ne êrîşê darekê, êrîşî daristanekê dikin. Şewitandina daristanên Zagrosan a bi zanebûn, mînaka vê yekê ye. Bi salan Komara Îslam a Îranê ji bo berjewendiyên xwe, bi şewatên ku derxistine, bi hezaran dar kirine xwelî. Lê belê ev rejîm tenê bi şewitandina daran re sînordar namîne, hinek caran ji wan daran, darên darvekirinê çêdike û mirovan pê darve dike. Ev darên darvekirinê, çêkerên sembolîk ku rejîm hebûna xwe li ser didomîne ye. Sembola pergalek dijminê mirov û xwezayê ye.
Berxwedana zimanek kesk
Di vî şerê bêdeng de, em mirov gelek caran bêdeng dimînin. Em ferq nakin ku ev dar çawa di zemînek hişk û kevir de kok daye, çawa ji guliyên xwe yên hatine birîn şîn dibe. Dar di bingehê xwe de şînbûn e. Di nava bêdengiyê de serîrakirinek bi hêz hildigre. Her pelê kesk, her kûlîlka biçûk, sembola berxwedana di hundirê wê de ye. Dar bi têkoşîna bêdeng tenê tiştek tîne ziman: Ya pîroz jiyan e, ya pîroz dar e û ji nû ve zayîn e.