Li Tehranê astengdaran nerazîbûn nîşan dan

Komek ji astengdaran li hemberî veguhestina sîstema hatin û çûyîna kesên dêrîn û berasteng çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Komek ji astengdaran li hemberî veguhestina sîstema hatin û çûyîna kesên dêrîn û berasteng çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin. Di Cara sêyemîn di meha borî de, astengdar li ber Şawarî ya Tehranê kom bûn. Çalakgeran xwestin qanûna 27 a piştgiriyê dide astengdaran bê pêkanîn.

Xwepêşanderan dirûşma "Pergala çûyîn û hatinê mafê me yê bêhempa ye divê pergala çûyîn û hatinê neyê radestkirin" berz kirin û radestkirin û veguhestina pergala navborî şermezar kirin.

Berê jî astengdaran nerazîbûn nîşanî cîbicîkirina xala 27 a zagona piştevaniyê dabûn û li gorî vê qanûnê, hikûmet mecbûr e lêçûnên jiyanê yên astengdarên giran û yên bê kar û bê dahat bi mûçeya herî kêm a salane destnîşan bike, di qanûnên butçeya salane de krediyên pêwîst bidin.