Li taxa ku bi kevirên ji çiya hatî hilweşiyayî tu tedbir nîne!

Taxa Kuçuk Dalyan ya li qontarên çiyan, bibandora erdhejê ew kevirên ku ji çiya ketin hilweşiya. Gelek avahî hilweşiya û ev kevir hîna jî metirsî avadike û rayedar hîna tu tedbir negirtin e.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Hatay- Piştî herdû erdhejên li pey hev ku navenda wê Mereş, taxa Kuçuk Dalyan ya girêdayî Antakya gelek avahî ji ber kevirên ku ji çiya ketine hilweşiyan. Li taxê gelek mirov di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan, taxa kuçuk Dalyan ya li qada kontara koyêstan ya di navbera Hatay û Surye de, gelek avahî xisar dîtin. Li ser erdhejê re mehek derbaz bû lê belê heta niha tu tedbîrek nehatiye girtin. Îcar avahiyên hinek hemwelatiyan rapora xisara kêm didin û dibêjin hun dikarin di malên xwe de rûnin.

Mal bi keviran hilweşiyan!

 Yek ji taxên bajar ku nüfusa Kurdan lê zêde taxa Kuçuk Dalyane, gotin di cîh debe kevir li ser kevir nemaye. Taxa ku li qontarê çiya hatî avakirin, bi kevirên ku ji ber erdhejê ketîn zirarên gelek mezin ditîn û hat ditîn ku gelek kevirên ku ji çiyê qurt bûne û li qontaran rawestane. Li rûxmê ewqas windahiyê di erdhejê de jiyan kirine, ev fikare jî li ser zêde bû. Gelê taxê anîn ziman ku ewlehiya canê wan nîne.

‘Emê bi vê metirsî û tirsê çawa li mala xwe bimînin?

Yek ji welatiyê taxê Surreya Gokdemir diyarkir ku piştî erdhejê 3 rojan tu alîkarî nehat û gelek cenaze bi derfetên xwe derxistin û destnîşan kir ku ji ber kevirên ku ji çiyê qut bûne di malên xwe de esîr mane û ne ji ber erdhejê, heta ku barîna keviran rawesta nû karîn ji malên xwe derbikevin û wiha got: “Di erdhejê de li vê derê kevir li ser kevir nema. Em ne ji erdhejê ji keviran tirsiyan. Piştî wê em 7-8 malbat bi rojan di kon de man. Hemû kevirên li çiyê, piştî erdhejê li ser malan de hat. Li vê derê avahî ne ji ber erdhejê ji ber kevirên ji çiyê hatine hilweşiyan. Kesek nehat alîkariyê, sê rojan mirov dibin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Ew kesên birîndar ku me ji bin kavilan derxistin ji ber nebirina nexweşxaneyê li vê derê ji sermaye jiyana xwe ji dest dan. Hemû birîndar zarokên me ji bin kavilan derxistin.”

 ‘Dibe ku kevir bikevin, lê belê tu tedbirek nîne’

Surreya Gokdemîr destnîşan kir ku ji hejinek biçûk jî di tirsin û ji ber ew kevirên li qontarê çiya rawestane bi fikarin û wiha dom kir: “Tên vêderê li kevirên ku ketine dinêrin û diçin. Tu kes tu tedbîrek negirtiye, tên ne ji bo kevirên li kontarê çiyê, ne jî ew kevirên li ser rê tiştekê nekirin. Em wan kêliyan ji bîrnakin. Em tu caran naçin wê malê , em gelek di tirsin. Tên berê xwe didin wan avahiyan dibêjin yan bê xisare û yan jî kêm xisare. Lê di mal de tiştek nemaye, ji xwe ne av ne jî kehrebe heye, em bi tu awayê naçin wê malê. Li pişta mala me kevirek mezin heye, wê bi erdhejekê re ew kevir mala me bi erdê re bike yek, cihek ku em biçin jî nîne, li vêderê em di kon de dimînin.”

‘Jina ku me ji bin kavlan derxistî ji ber sermaye jiyana xwe ji dest da’

Ahmet Gokdemîr bi bîr xîst ku ew biryara ku mala wan kêm xisare û bê xisare qebul nakin û wê îtiraz bikin û bal kişand ku heftî derbaz bûn hîna rayedarek nehatiye taxê û wiha got: “Ev kevir ji çiyê hatin, lê belê tim tên dibêjin me di malên we de tiştek nîne hun dikarin rûnin. Ma tiştek wisan çêdibe? Bila werin kû dirûne bila rûne, dibêjin van avahiyan kêm xisare, lê vêderê nayê rûnistin, li vêderê çiya bûye dû beş. Ev mal di bin keviran de maye û bi kevir bi erdê re bûye yek. Cîranek me hebû, me cenazeyê wê karî piştî 10 rojan derbixin, piştre me jinek birîndar dît, me ji bin kavilan derxist û me nekarî em bibin nexweşxaneyê, kes nehat û neçûn, jinê ji serman jiyana xwe ji dest da. Çima kesek ji derve nehat? Heta niha jî kesek nehat vê taxê, tenê AFAD hat kon veda. Gotin me nezanî felaketek ewqas mezine û çûn.”