Li Taîzê di encama êrîşa li dijî wesayîtek de 15 kes mirin

Hate diyarkirin ku li Taîzê li ser rêya Hîcet el-Ebdê wesayîtên sivîl bûne hedef û di encama êrîşê de 15 kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Hûsiyan berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û tê diyarkirin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê êrîşên li dijî sivîlan didome. Li Taîzê di encama êrîşa li dijî wesayîtên sivîl de gelek kes mirin.

Çavkaniyên herêmî, ragihandin piştî êrîşa li ser wesayîtên sivîlan a li ser rêya Hîcet el-Ebdê, herî kêm 15 mirî û birîndar anîne Nexweşxaneya Xelîfe ya li bajarê Turba ya Taîzê. Hate diyarkirin ku Hûsiyan berpirsiyariya êrîşê girtiye ser xwe.

Tê diyarkirin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.