Li Swîsreyê jin di greve de ne
Li Swîsreyê bi bi sed hezaran jin ji bo bilindkirina temenê teqawidbûnê, tundiya zayendî, zayendperestî, qetilkirina jinan û newekheviya mûçeyan bi gelek daxwazan daketin qadan.
Navenda Nûçeyan - Li Swîsreyê di 14'ê Hezîranê de greva femînîst hate kirin û li tevahiya welêt bi sed hezaran jin tevlî bûn.
Li gorî Yekîtiya Sendîkayan a Swîsreyê (USS) bi sed hezaran kes li bajarên mezin ên Swîsreyê hemûyan bi wesîleya greva jinê ji bo parastina mafên xwe daketin qadan. Daxwaza esasî ya jinan jî mûçeyên wekhev bû. USS'ê êvara Çarşemê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku zêdeyî 300 hezar kes tevlî grevê bûne. Li gorî polîsan jî 25 hezar kes tevli greva femînîst a li Lozanê bûne. Li gorî amadekaran jî 40 hezar kes tevlî bû. Her wiha li gorî amadekaran li Bernê 50 hezar kes, li Cenevreyê jî 30 hezar kes tevlî greva femînîst bûne.
Greva jinan bandora xwe ji kolanan heya parlamentoyê kir
Beriya çar salan di 14'ê Hezîrana 2019'an de ji greva giştî ya 1918'an û pê ve liv û tevgera herî mezin a civakî rû dabû. Li gorî USS'ê, nîv milyon mirov di sala 2019'an de tevlî grevê bûbûn. Pêleke mor ku rengê greva jinê ye, destpêkê bandor li kolanan kir, piştre jî di dema hilbijartinên federal de bandor li parlamentoyê kir. Beriya niha di vê astê jin ji bo parlamentoyê nehatibûn hilbijartin.
Di nava çar salên dawî de ji aliyê mijarên; di reforma hiquqa ceza ya zayendî de ji nû ve pênasekirina destavêtinê, pêşîgirtina li tundiya li nava malê, destûra bavbûyînê û tibba zayendî hin gav hatin avêtin.
Lê belê jinên ku pêşengiyê ji grevê re dikin dibêjin, hîn gelek sedem hene ku bikevin nava liv û tevgerê. Ji van sedeman a sereke jî bilindkirina temenê teqawîtbûnê, zayendîperestî, tundiya zayendî, femînîsîd (kuştina jinê), newekheviya mûçeyan, nijadperestiya bingehîn, fînansenekirina navendên lênihêrîna zarokan, cihêkariya homo- bî- û transfobîk, mafê kurtajê ne.