Li Swîsre ji çalakgeran meşa mirovatiyê

Aktîvîstên avhewayê yên Swîsreyê di meşa xwe ya protestokirinê de xwestin li dijî edaleta avhewayê û pirsgirêkên koç û koçberiyê sînoran vekin.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîstên avhewayê (No Borders Klimacamp) ku ji 3'ê Tebaxê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê kon vedane û çalakiyên curbicur lidar dixin, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan, xwestin pirsgirêkên koç û koçberiyê werin çareserkirin.

Di dema meşê de xwepêşandêran li ber kampa penaberan a 50. a Baselê ku li kêleka sînor e, çalakiya rûniştinê lidar xistin û koçberên li kampa vegerandinê hatin girtin jî bi dirûşmeyan piştgirî dan wan.

Polîtakaya Swîsre ya îltica hate şeremzarkirin

Çalakvan li Herêma Keserne ya Baselê li hev civiyan daxuyanî dan û diyarkirin ku ji ber sînoran gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya bal hat kişandina ser sîstema Îltica ya Swîsreyê û wiha hate gotin: “Pergala koçberiyê ya Swîsreyê her diçe dijwartir dibe. Em dixwazin balê bikişînin ser polîtîkaya penaberiyê ya Swîsreyê ya li dijî mirovahiyê. Em naxwazin mirovên ji ber sedemên cuda ji welatên xwe reviyan e, bi gefa jiyanî û tundiya psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû bimînin."

‘Divê koçber bên parastin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Ewrupa ji bo pêşîgirtina li koçberan bi milyonan dolar ji bo girtina sînor xerc kiriye hate gotin ku rêyê derbasbûnê yên bi ewle neman e.

Hate destnîşankirin ku divê Swîsreyê hemû serlêdanên penaberiyê bipejrîne û ev tişt hate gotin, “Ji bo me, ev eşkere ye: rastiya ku kesek ji bo hatina Swîsreyê hemû astengiyan derbas kiriye û di vê pêvajoyê de jiyana xwe xistiye xeterê, divê ji bo parastinê bes be.”

Piştî daxuyanî û axaftinan girseyê cardin meşiyan û li rêya tramvay çalakiya rûniştinê li darxist. Xwepêşandêrên ku xwe li erdê dirêj kirin, piştî demekê li erdê sekinîn, dîsa bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Meş û çalakiya çalakvanan berdewam dike.