Li Sweydayê jin pêşengiya xwepêşandanê dikin: Jiyana azad dixwazin

Çalakvana sîvîl a Suweydayê Menal El-Hesen a li ser xwepêşandanên li Sweydayê axivî bal kişand rola çalak a jinan di xwepêşandanan de û teqez kir ku jin jiyana azad, demokratîk û wekhev dixwazin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Şêniyên Suweydayî xwepêşandanên xwe yên bi banga guhertina rêveberiya siyasî ya giştî li welat, bi beşdariyeke girseyî û beşdariya zêde ya jinan di roja xwe ya 15’an de berdewam dikin. Xwepêşandêr banga rizgariya civakê, pêkanîna yekitiya di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de berz kirin. Xwepêşandêran wêneyên Hevrîn Xelef ku di sala 2019’an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin, pankartên bi nivîsa “Xwîna Hevrîn Xelef li Suweydayê nûjen dibe” hilgirtin. Têkildarî xwepêşandanên li Sweydayê, daxwaza jinên Durzî ku di xwepêşandanan de li refên pêşîn cih digrin çalakvana sivîl a Suweydayê Menal El-Hesen nirxandin kir.

Daxwaza jiyana azad, demokratîk û wekhev

Menal El- Hesen diyar kir ku xwepêşendan di roja xwe ya 15'an de berdewam dike, daxwaza têkçûna sîstema rejîmê û jiyana azad dikin û wiha axaftina xwe domand: “Gelê Suweydayê wekî hemû gelê bajarên din ên Sûriyeyê kir. Lê aloziyek mezin a aborî heye, di aliyekî din de zehmetiyek mezin di aliyê ewlehiyê de didît. Ev bandorek neyînî li ser gelê Suweydayê kir û bû sedemek mezin di belavkirina muxedratê, rakirina çek di navbera ciwan û mezinên civaka Suweydayê de.”

Menal El- Hesen bal kişand ser rola jinan di xwepêşandanê û wiha got: “Di xwepêşandanê de jin pêşeng in, jin bi zarokên xwe re daketine qadan û daxwaza jiyana azad, demokratîk û wekhev dikin. Jinan ji bo bidestxstina azadiyê û xwedîderketina li mafên xwe di qadên Suweydayê de têkoşînek mezin dide meşandin. Tevlibûna jinan a xurt ji vê xwepêşandanê asta zanista jinan diyar dike û rola jinan di pêşxistina qada siyasî, civakî dide pêş. Jin dixwazin dengê xwe û dengê civaka xwe bigihîjînin raya giştî.”

‘Gel bi dirûşma ‘Gelê Sûriyeyê yek e’ li qadan e’

Menal El- Hesen di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Xwepêşandan berdewam dikin û wê berdewam bikin heya ku bigihîjin armanca xwe, heya niha tu daxuyanî ango hevdîtinek fermî ji aliyê rejîma Sûriyeyê nehatiye pêkanîn tenê li ser ragihandinê hin xalan tînin ziman lê pratîk tiştek tune ye. Di aliyekî din de gelek gef li ser civaka Suweydayê çêdibe ku ev xwepêşandan bidin rawestandin. Lê gel bi îsrar e ku mafê xwe û daxwaza xwe pêk bîne. Gelê Suweydayê dema derket xwepêşandanê di bin dirûşma “Gelê Sûriyeyê yek e” derket û bang kir. Ji bo wê jî axaftinên ku tên kirin ku dibêjin gel dixwaze Suweydayê ji Sûriyeyê veqetîne ev ne rast e. Em daxwaza yekitî, wekhevî, demokrasî û azadiyê dikin.”

‘Banga jinan jiyana bi rûmet e’

Menal El-Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwepêşandêran wêneyên siyasetmedarên şehîd, kesayetên dîlgirtî hilgirtin da ku civaka navneteweyî bi bîr bînin û ji bo ku teqez bikin ku gelê Sûriyeyê yek e û wê daxwaza mafên kesayetên pêşeng bike. Ez bang li tevahî jinên Sûriyeyê dikim ku daxwaza mafên xwe bikin, maf tên bidestxistin nayên xwestin lê em mecbûr in daxwaz bikin heya bi dest bixin heya em bikaribin jiyana bi rûmet ji bo xwe, zarokên xwe û pêşerojê bidin avakirin.”