Li Suweydayê barê giran ê koçberiyê jin dikşînin
Jinên koçber ên li Suweydayê li avahiyên nîvçêkirî dimînin, di nava bêderfetiyê de têdikoşin. Koçberiya ku bi êrîşên di meha Tîrmehê de çêbûn dest pê kir, bû sedem ku mirov bi serma, bêavî, nexweşî û mehrûmiyetê re têbikoşin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di nîvê meha Tîrmeha derbasbûyî de ji ber êrîşên dijwar ên li ser bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, gelek kes koçber bûn. Bi hezaran kesên ku ji neçarî ji gundên aliyê rojava û bakur rojhilatê bajarê koçber bûne, li stargehên demkî ku tu mercên jiyanê li wan tunene bi cih bûne.
Di avahiyên ku tenê stûnên wan ji axê ne û hilweşiyayî ne de, ne derî hene ne jî pencere. Di nava wan dîwarên ku hê avakirina wan temam nebûye, dengê jinên ku şevek ji nişkave bê ewlehî mane û ji malên xwe derketine bilind dibe. Êdî îstîqrar xeyalek e û mehremiyet jî bi temamî nemaye.
Di van mercên xirab de barê herî giran jin dikşînin. Ji ber tunebûna mehremiyetê, bêîstîqrarî, fikarên li ser perwerde û tendirustiya zarokan, jin bi gelek rewşên ku ji kapasîteya wan derbas dibe re têdikoşin. Di van avahiyên ku bi navê “avahiyên amade” tên binavkirin de nêzî bîst malbat dijîn. Jinên li wan deran neçarî jiyanê mane tiştên ku dîtine ji ajansa me re anîn ziman.
‘Ne kanalîzasyon ne av ne cereyan heye’
Yek ji jinên ku di nava xizaniyê de têdikoşe Buseyne Saib wiha got: “Dema ku em bi zarokê ji malên xwe hatin derxistin, cihekî em biçinê tunebû loma em neçar man div ê avahiya ku înşaeta wê nîvî mane de bijîn. Ji vê derê re divêjin “avahiyên ku nîvî mane” lê ne derî hene, ne pencere. Me şibakan bi naylonan girt û bi hatina zivistanê re rewşa me xirabtir bû. Tiştek ku em pê xwe germ bikin tune ye, du zarokên min hene, ne sobe ne jî mazot heye. Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Ne kanalizasyon, ne av, ne jî cereyan heye. Em bi satilan avê dikşînin. Depoya evê ya Heyva Sor têr nake. Wisa serma ye ku mirov diqerise. Di ve hewaya serma de em li cihên bê şiban dimînin. Pêdiviya me bi lezgînî bi alîkariyê heye. Ev der cihê jiyanê nîn e. Beriya koçberiyê jiyana me bi îstîqrar bû lê niha tu tiştek me tune ye.”
Krîzeke piralî ye
Kenda Azam a ku bi du zarokên xwe ji gund koçber bûye, wiha behsa tiştên jiyane kir: “Dema em ji malên xwe derketin, me digot qey em ê rojev vegerin. Me got qey dê rojek du roj bidome lê nebû loma em hatin vê derê. Avahiyeke ku îşaneta wê nîvî maye bê derî û şibak e… Mehremiyet tune ye. Ji bo em ji xwe re cihek bibînin neçar man wesayîda xwe ya serwîsê ku tenê me pê debara xwe dikir bifroşin.”
Kenda Azam da zanîn ku av tune ye û wiha domand: “Depoya Heyva Sor, têra çar daîreyên di avahiya pêncqatî de nake. Li vê derê nêzî bîst malbat dijîn. Xwarin kêm e, nexweşî belav dibin. Xizmek min hepatit bû, nexweşên dil û şekir hene. Jiyana min pir zor e. Hevjînê min li sînor nobetê digre. Ez hem dayîk hem jî bav im. Nizanim pêdiviyên rojane yên zarokên xwe çawa bi cih bînim.”
‘Ne nivîn ne jî sandalyayek mirov li ser rûnê heye’
Ji gundê Rime Hazem hemşîre Afaf el-Kutaynî jî got ku avahî bi temamî bê xizmet e û got: “Ji banê wê av tê, ne cil hene ne jî tiştek ku em xwe pê germ bikin heye. Cereyan tune ye, av heye lê kêm e. Ne tuwalêt ne kanalizasyon ne jî tûpa gazê heye.” Afat el-Kutaynî da zanîn ku ji bo zarokên xwe ji nexweşiyê biparêze neçar maye wan bişîne ba xizmên xwe û wiha domand: “Ava baranê ji banê odeya me tê. Derî, şibak û pêdiviyên bingehîn tunene. Pirsgirêkên min ên tendirustiyê hene lê ne nivîn hene ne jî sandalyayek em li ser rûnê. Hepatît û şewb belav dibe, derman tune ye. Em nîvê civakê ne. Ger destek nedin jinan dê malbat neminin, civak jî di nemîne.”
Li avahiyên ku dîwarên wan nîvî mane, tu mercên mehremiyetê tunene û tu mercek baş nîn e de; jinên Suweydayî, di mercên gelek zor ku bi mercên wan ên beriya koçberiyê re nayên hevrûkirin de dijîn. Ev rewş nîşan dide ku divê ji bo ewlehiya ku bingeha mafên mirovan e, cihê lêmayînê, perwerde û tendirustiyê bi lezgînî mudaxele were kirin.