Li Sûweda xwepêşandan didomin: Astengiyên tirsê hatiye derbazkirin

Jinên ku bejdarî xwepêşandanên li wilayeta Sûweda ya Sûriye bûn diyarkirin ku wan astengiyên tirsê derbaz kirine û heta ku daxwazên wan neyên pêkanîn wê çalakiyên xwe dom bikin.

ROCHELLE JUNİOR

Sûweda- Xwepêşandanên gel ku piraniya gelê Durzî yên Sûriye ku li wilayeta Sûweyda jiyan dikin di hefteya 5’an de berdewam dike. Dûh bi sedan kesên ku li meydana Karama kombûn daxwazên xwe ên ‘bila rejim biroxe’ der barê çareseriya siyasî de bila biryara navnetewî bixin meryetê hate nû kirin. 

‘Têkoşîna me ne nûye’

Mamostaya teqawî ku bejdarî xwepêşandanan bû Salwa Al-Abdullah wiha got: “Têkoşîna me ne nihaye, digihe beriya bi dehan sal. Em dixwazin ku welatê me xwe li ser lingê xwe bigre û aştî cardin were. Em dixwaz dikin ku şert û mercên xirab ên karkeran baş bibe. Ez mamosteyek teqawîbûme, tenê ez 180 hezaran qazanc dikim, ev jî têra pêdawîstiyên min ên bingehîn nake. Ez 80 salîme û gelek nexweşiyên min hene, mehana girtina îlacên min gelek caran 200 hezarî derbaz dike, ew parê ku digrim têra îlacên min nake. Em li welatê xwe di rewşa ku ji hemû mafên xwe bêpar mane. Em dixwazin jiyan bikin û rûmeta xwe bi parêzin. Ez divî temenî de ji bo bejdarî xwepêşandanan bibin ez ji mal bi lingan hatim. Ez dixwazim bi texsî werim lê belê ez nikarin parê taxsî bidim. Em jiyanek bi rûmet dixwazin.”

‘Em dest ji daxwazên xwe bernadin’

Ji çalakgeran Şoruk Al-Abdullah da zanîn ku gelê Sûriyeyê ji mafên xwe hatine bê parhiştin û wiha got: “Bejdariya van xwepêşandanan gelek sedemên weke xizanî, biçûkxistin û zextan heye. Li hemû bajarên Sûriye gel ji mafên xwe bê par tên hiştin. Di şert û mercên normal de em nikarin pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Emê xwepêşandanên xwe berdewam bikin û em dest ji daxwazên xwe ên rûxandina rejîmê û ji holê rakirina gendeliyan bernedin. Em ji bo hemûyan azadiyê dixwazin. Gelê Sûriyeyê yek e, tevgera me tevgerek aştiyaneye, ji ber em daxwaza jiyanek bi rûmet dikin. Êmê li ser lingan bin.”

Şoruk Al-Abdullah destîşan kir ku astengiyên tirsê hatiye derbaz kirin, heta daxwazên wan nayên bi cih anînîn wê çalakiyên xwe berdewam bikin û got: “Rayedar guh nadin daxwazên me, ên ku xwedî fikrê azad dikin hedef.”