EŞÎK: Lidarxistina Komxebata Malbatê ne tesadufî ye

EŞÎK’ê bertek nîşanî ‘Komxebata Malbatê’ ya ku ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê ve tê lidarxistin da û got: “Ger mebest ji bo guhertineke giştî ya Qanûna Medenî be, hûn ê hemû jinên Tirkiyeyê li hemberî xwe bibînin!”

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Wekheviyê der barê “Komxebata Malbatê” ya ku ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê ve hat îlankirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî li ser platformên dîjîtal ên EŞÎK’ê bi etîketkirina navnîşanên Wezaretê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş hat parvekirin.

‘Rêxistinên jinan ên serbixwe nehatin vexwendin’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji aliyê wezaretê ve ‘ji bo parastin, xurtkirin û zêdekirina refaha civakî ya malbatê di bin koordîneya 81 Midûriyetên Parêzgehan de’ Komxebata Malbatê bi bêdengî li dar xist û wiha hat gotin: “Rêxistinên jinan ên serbixwe ji bo komxebatan nehatin vexwendin. Ji hinek baroyan re vexwendname dereng hatin şandin lê ji hinekan re jî nehat şandin. Diyanet dîsa di serî de ye! Kî ji bo komxebatan hatin vexwendin? Yên bên vexwendin ji aliyê kî ve û li gorî kîjan pîvanan hatin diyarkirin?”

‘Hûn ê hemû jinan li hemberî xwe bibînin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedef Qanûna Medenî û sîstema hiqûqî ya laîk e û wiha berdewam kir: “Dema ku Wezîrê Edaletê qala ji nû ve nivîsandina Qanûna Medenî dike, mirov nikare van komxebtan wek tesadufî bihesibîne. Komxebat ji bo hiqûqa malbatê, zewac, hevberdan, nefeqe, raye, tundiya li ser jinan bi qanûnên olî bi rastkirin û çawa ku we bi Peymana Stenbolê kir, ew beşek ji amadekariyên we yên betalkirina 6284 e? Ger armanca we ew e ku hûn xwe ji bo guhertina zagona medenî bi giştî amade bikin, em careke din bibêjin: Dema ku hûn hewl bidin Qanûna Medenî ya ku berhema têkoşîna sedan salan a jinan e ji holê rakin û ji nû ve binivîsin, hûn ê hemû jinên Tirkiyeyê li hemberî xwe bibînin!”