‘Li Sûriyeyê zemînê lidarxistina hilbijartinên Meclîsa Gel tune ne’

Parêzer Rozîv Kino têkildarî hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyeyê ku di meha Îlonê de werin lidarxistin got: “Hikumeta demkî ji ber ku teşhîr bû dixwaze bi hilbijartinan rojevê biguherîne heta niha zemîneke demokratîk û hiqûqî nehatiye avakirin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) ya cîhadîst de ye piştî ku di raya giştî de teşhîr bû, kiryarên ku pêkanîn bûn rojev, ragihandin ku dê di meha Îlonê de hilbijartinên parlamentoyan pêk bînin. Li gorî tê payîn dê ji 210 kesên werin hilbijartin serokê Sûriyeyê 70 kesan bi îradeya xwe diyar bike, di heman demê de ji bo jinan jî rêje ji sedî 20 hat diyarkirin.

Ji bo hilbijartinên qanûnî û biryara lidarxistina hilbijartinên di Îlonê de, parêzer Rozîv Kino nirxandin kir û nêrîna xwe anî ziman.

‘Bi dehan binpêkirin û kiryarên derhiqûqî pêk hatin’

Rozîv Kino di destpêka nirxandinên xwe de kiryarên derhiqûqî ku heta niha hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêk anîne wiha bilêv kirin: “Piştî rûxandina desthilatdariya rejîma Baasê li Sûriyeyê û hatina hikumeteke nû ya demkî, tevahî bûyer û kirinên ku xwe didin der derqanûnî ne, di vî warî de em dikarin gelek xalên teqez jî bînin ziman. Di destpêkê de Ehmed El-Şara yekser xwe weke serokê Sûriyeyê yê demkî ragihand. Ev gav yan jî erkdarkirin bê hilbijartin û bêyî ku xwe bispêrin destûrekî şênber pêk hat. Piştre qaşo kongreya Sûriyeyê ya niştîmanî hat lidarxistin, di wê kongreyê de me nûnerên pêkhate û hêzên li Sûriyeyê nedîtin ku ev jî bûyereke ji derveyî rêzê bû. Berdewamiya wê jî ragihandina destûra Sûriyeya nû bû. Li gorî şopandin û xwendina me ji destûrê re, weke naverok li gorî berjewendiyên xwe ev destûr derxistine ku madeyên wê bi rastiya Sûriyeyê re li hev nake. Ji ber vê jî tu cudahî di navbera destûra kevin û ya nû de tunebû, ev yek jî ji me re teqez dike ku demokrasî û wekheviyeke şênber tune ye û mirov dikare ragihandina destûrî di sînorên propagandayê de pênase bike. Herî dawî jî hevpeymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî de hat pêkanîn, heta niha jî tu berhem û encamên zelal dernektine holê.”

‘Rastiya hikumetê teşhîr bû dixwazin rojevê biguherînin’

Rozîv Kino anî ziman ku hilbijartinên Meclîsa Gel bi armanca veşartina rastî û kiryarên hikumetê ne û wiha berdewam kir: “Piştî pêvajoya xalên me anîn ziman vê carê kiryarên di asta komkujî û tunekirina kêmarên li Sûriyeyê derketin pêşiya me. Êrîşên li ser peravên Sûriyeyê ku di nav de Elewî hatin qetilkirin û niha jî rewşa Suweydayê ya di bin dorpêçê û kirinên li dijî Durziyan, xwe didin der. Bêguman hikumeta veguhêz gelek hewl da van kiryaran veşêre û weke ku çênebûne ragihînin. Piştî bûyerên ku me anîn ziman pêk hatin, rastiya hikumeta demkî teşhîr bû. Lewre jî dixwazin rojevê biguherînin û balê bikşînin ser bûyerên din ku mijara hilbijartinên parlamentoyê xist rojeva xwe. Di destûr û pergala Sûriyeyê de parlamento tê wateya Meclîsa Gel a Sûriyeyê, li gorî ku hikumetê raghand dê hilbijartin di meha Îlona li pêşiya me de pêk werin.”

‘Destûr zagon û pergaleke bi nakok heye’

 Rozîv Kino di domandina axaftina xwe de nakokî û xalên şaş ên di hilbijartinan de wiha rêz kirin: “Di pergala Sûriyeyê de Meclîsa Gel cihekî girîng digre, rêxistinbûna wê li ser bingeha ku nûnerên civakê û gelan tê de cih bigrin û bi riyên fermî û qanûnî maf û daxwazên civakê misoger bikin. Li vir behsa hilbijartinên Meclîsa Gelê tê kirin lê gelo dê ev hilbijartin xwe bispêrin kîjan destûr û zagonan. Heta niha destûreke rast a hatiye pejirandin tune ye, li aliyekî din desthilatdariya zagonsaz û cîbicîkar nehatiye veqetandin û bipêkûpêkkirin. Di heman demê de hilbijartin li gorî partiyên heyî tên lidarxistin lê heta niha li Sûriyeyê çareseriyeke giştî çênebûye. Jixwe di qonaxa desthilatdariya rejîma Baasê de heman hişmendiyê xwe dida der. Wê demê jî namzedên meclîsê xizmeta dewletê dikir û civakê paşguh dikir. Hêviyên me jî ew bûn ku di Sûriyeya nû de Meclîsa Gel nûnertiya hemû beş, pêkhate û kêmarên li Sûriyeyê bike. Mixabin careke din heman siyaset xwe dubare dike ku tê gotin wê serokê Sûriyeyê bi xwe 70 kesî ji bo Meclîsa Gel diyar bike.”

Rozîv Kino destnîşan kir ku li gorî tê xuyakirin Meclîsa Gel ji bo berjewendiyên hikumeta veguhêz tê amadekirin: “Niha li gorî pîvan û rêgezên hilbijartinan divê di destpêkê de hilbijartinên navxweyî werin çêkirin û piştre derbasî qonaxa duyemîn a hilbijartinan bibin ku yên herêmî bin. Di vir de jixwe namzed ango nûnerên partiyan hatine amadekirin ku li gorî wê jî hilbijartin destpê dikin. Di vê çarçoveya me diyar kiriye de gelo wê hilbijartinên Meclîsa Gel çawa pêk werin ku Suweydayê xweseriya xwe ragihandin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî xweserî ne. Di vê xalê de em behsa hinek aloziyên siyasî dikin. Di encamê de wê careke din Meclîsa Gel ji aliyê serokatiya Sûriyeyê ya niha ve were rêxistinkirin û diyarkirin ku dê bibêjin me hilbijartin pêk anîn.”

 ‘Hebûn nasname nûnertî û rola jinan hatiye înkarkirin’

Rozîv Kino li ser diyarkirina rêjeya jinan di hilbijartinan de helwesta xwe wiha nîşan da: “Jixwe nûnertiya jinan a di Meclîsa Gel de û rêjeya ji bo jinan hatiye diyarkirin mijareke din a rexne û nirxandinê ye. Di van mehên borî de ango ji dema rûxandina rejîma Baasê ve, heta niha me di hikumeta nû ya demkî de reng, deng û nûneriya jinan nedîtiye. Tabloyeke wiha derdikeve holê weke ku jin di Sûriyeyê de tune ne. Ji asta jor ve bigre, wezîr, deste û di hemû qadan de rol û erkdarkirina jinan tune ye. Çend jinên heyî jî xwedî hişmendiyên wiha ne ku xizmeta desthilatdariya heyî dikin. A niha ji bo jinan rêjeya 20 ji sedî hatiye diyarkirin, gelo ev rêje çiqas qanûnî ye, her wiha jinên ku werin diyarkirin gelo xwedî hişmendiyên çawa ne û dikarin nûnertiya jinên Sûriyê bikin.”

‘Şert û mercên lidarxistina hilbijartineke demokratîk û qanûnî tune ne’

Parêzer Rozîv Kino herî dawî metirsyên heyî wiha şîrove kir: “Hilbijartinên ku di meha pêşiya me de werin birêxistinkirin metirsiyên wê gelek in û dê badoreke mezin li ser pêşeroja Sûriyeyê bike. Heta niha îstîqrar di Sûriyeyê de tune ye, lihevkirineke siyasî û leşkerî ya zelal tune ye, destûr û qanûneke şênber tune ye, wê demê behsa çi hilbijartinan û hilbijartinên çawa tê kirin? Li ser bê bingehê em teqez dikin ku di nava geşedan û pêvajoya niha li Sûriyeyê tê jiyîn de, şert û mercên lidarxistina hilbijartinên demokratîk, şênber û qanûnî tune ne. Dîsa jî ez teqez dikim ku ev meclîsa were birêxistinkirin wê tenê di çarçoveya berjewendiyên desthilatdariya nû de bixebite. Heta hatibû diyarkirin ku dê şandeyên ji derveyî Sûriyeyê jî çavdêriya hilbijartinan bikin, di vir de em dipirsin gelo wê dewleta Tirk çavdêr be?”