Li Koye ji ber kêmaniya amûran nexweşên gurçikan pirsgirêkan dijîn
Li Navenda Gurçikan a Koyê di şeş mehên borî ve hezar û 478 seansên tedawiya nexweşiyên gurçikan çêbûn lê ji ber kêmbûna amûran, barek gelek giran dikeve ser milên personelên navendê.

ŞIYA KOYE
Koye – Navenda nexweşiya gurçikan a Koya, ji derveyî roja Înê hemû rojan vekiriye. Di nava 6 rojên hefteyê de saet 7’ê Sibehê heta 10’ê şevê kesên ku nexweşiya gurçikan bi wan re hene û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene berê xwe didin vê derê û tedawiya wan tê kirin. Nexweşên vê navendê temenê wan di navbera 12-80 salî de ye. Pêvajoya tedawiyê bi riya pergaleke hesas û tevlîhev tê meşandin. Her tedawiyek nêzî çar saetan didome û li gorî bernameya hat diyarkirin tên tedawîkirin.
Personel bi dilsozî dixebitin
Gelek caran di dema pirsgirêkek a tenduristiya nexweşan derdikeve yan jî kehrebe qut dibe û kêmanî û xirabûna amûrên hesas ku di pêvajoya tedawiyê de tê bikaranîn, personelên navendê heta rewşê vedigirînin normalê rastî gelek rewşan tên. Tevahî personelên navenda Gurçikan gelek bi dilsozî dixebitin. Tevî nedana mûçe bi fedakariyek mezin dixebitin. Rewşa nexweşxan li ber çavan digrin û bi hemû hêza xwe xizmetê dikin. Gelek caran dema destûra wan jî be, ji bo rizgarkirina nexweşan ji xeterê diçin nexweşxaneyê dixebitin.
Diviyabû tenê 20, 22 nexweş werin girtin lê belê bi piştgirî û havkariya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Koye û hewldanên personelên kedkar nêzî 33 nexweş tên tedawîkirin.
‘Nexweş piştî tedawiyê diwestin’
Bijîşk Şino Sedîr ku di navenda nexweşiyên gurçikan a navçeya Koye de dixebite têkildarî navendê û nexweşan wiha got: “Her kesê ku nexweşiya kêmaniya gurçikan pê re heye divê di hefteyê de sê çar caran bên tedawîkirin. Ev nexweşî piştî tedawiyê di aliyê bedenî û ruhî de westandinê çêdike lê belê cihê kêfxweşiyê ye ev salek û nîv e navend li Koye hatiye vekirin ku zoriyên nexweş dikşînin kêmtir kiriye. Li gorî nêrînên nexweşan ew neçar diman biçin bajarên Hewlêr û Silêmaniyê vê jî westanek zêde çêdikir û dibû sedema xercek zêde.”
‘Hinek amûr naxebitin’
Şîno Sedir wiha domand: “35 nexweşên me hene, ciwan û kesên bi temen û zarok in û 16 nexweşên me yên jin hene. Rojane ji bo tedawiya wan em sê seansan pêk tînin. Ji saet 7’ê sibehê heta 11’ê şevê, ji bo nexweş nemînin ev der vekiriye. Em jî weke bijîşk li vir in û li vê derê bijîşkên me yên taybet û pispor hene. Ji bo dema pêwist li gorî bernameyê tê serdana nexweşan dike. Personelên navendê gelek bi dilsozî kar dikin, heta di dema cejnan de jî li vê derê dixebitin. Ji ber wê hemû personel bi taybetî rêveberiya navendê û rêveberiya îdarî li gel nexweşan em gelek diwestin. Bêguman li hemû derê û di gelek tiştan de kêm û kurtî hene, berê nexweş zû dihatin tedawîkirin lê belê ji ber hinek amûr xirab bûne heta şevê tedawî didome. Ger amûr werin çêkirin, ji bo nexweş û personelan dê gelek bi sûd be. Ji ber wê ez di wê hêviyê de me aliyên pêwendîdar pirsgirêkan çareser bikin da ku em xizmetek baş ji bo nexweşan bikin.”
‘Personel gelek baş bi me re eleqedar dibin’
Heyat Ecel Reza ji bajarokê Teq Teq hatiye û tedawiya gurçikê dibîne wiha got: “Piştî ku gurçika min nexebitî û yek êdî wek pêwîst erka xwe nakir, ez bê hal dibûm û diwestiyam, şekir rû tansiyona min heye. Berê ji bo tedawiyê ez diçûm Silêmanî û Çemçemalê. Lê belê dema ev navenda Koye hat vekirin baş bû lewre nêziktir e. Gelek kêfxweş im, personel jî gelek baş bi me re eleqedar dibin. Çend kes anîn da ku gurçikan neqil bikin, xwîna wan ji bo min nebû. Niha bi vî awayî dijîm. Daxwaz dikim ku navendekê li Teq Teq bê vekirin ji bo me dê nêztir bibe. Gelek nexweşên din jî ji Teq Teqê tên.”